ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-04-2024
3 nîsan, 2024   02:00

Rêber Abdullah Ocalan, jiyana xwe ya ferdî û rêxistinî wekî 3 beşan dinirxîne û dibêje, “Parêznameya min ji bo hemû mirovatiyê dikare hin tiştan bide hînkirin. Koma Gel dikare hemû gelê Kurdistanê û dostên wan li bin banekî demokratîk bîne cem hevdu.” (BI WÊNE)

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi minasebeta rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, di 8 salan de 23 baxçeyên bi navê “Baxçeyê Rêber Apo”, “Baxçeyê Serokatî” û “Baxçeyê 4’ê Nîsanê” ku bûne navnîşanên civakîbûnê, hatine vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi wesîleya 4’ê Nîsanê kolanên Qamişloyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xemilandin û li ser dîwaran wêneyên ku Rêber Ocalan têne xêzkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nameyên ku şêniyên serdana mala Rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûr ê Kobanê kirine, hestên xwe û teqeziya bi berdewamkirina têkoşîna şoreşgerî heta ku gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan azad dibin, rave dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Elî Welî yê 17 salî ji bo tedawiya nexweşiya xwişka xwe hewl dida di ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê bibe, lê leşkerên Tirk ew girt û xist zindanê û piştî 9 mehan revand. Îşkence li Welî kirin û dîmenên wê ji malbata wê re şandin. MÎT'ê sîxurî li malbatê ferz kir lê malbat diyar dike ew ê serî li ber zextan netewînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Peymangeha Şehîd Viyan Amara ya Kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya 4ˊê Nîsanê pişbirkeke zanistî li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê ji zarokên şehîdan re li hola navenda çandê şahiyekê li dar dixe, saet 11:00ˊan, di heman çarçoveyê de Kongra Star li Çilaxa li navenda çand û hunerê civînekê li dar dixe, saet 11:00ˊan, li Dêrikê Kongra Star darên hawîrdorê li Parka Dicle diçîne, saet 10:00ˊan, li Tirbespiyê Kongra Star li hola PYDˊê civînekê ji şêniyan re li dar dixe, saet 10:00ˊan, her wiha li Hesekê û Dirbêsiyê dar tên çandin, saet 11:00ˊan, li Çilaxa Kongra Star li Parka Jinan daran diçîne, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê cenazeyê şehîd Diyar Beko (Kaya Kîtikanî) ê şervanê Hêzên Komandos li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê oxir dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariyên gel ên Hesekê û navçeyên wê ji bo şermezarkirina hewldanên AKPˊê yên xespkirin û desteserkirina şaredariya Wanê li Bakurê Kurdistanê piştî serketina endamên şaredariya Wanê yên DEM Partiyê daxuyaniyeke hevbeş didin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê ji şehîd Canşêr re merasîmeke xiyabî li gundê Til Qerah li dar dixe, saet 15:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)