ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-03-2026
3 adar, 2026   02:00

Şêniyên bajarê Hesekê diyar kir ku berxwedan û têkoşîna gelê Kurd ê Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê yekitiyeke xurt derdixin holê û got “Em bi hêvî ne ev yekitî xurttir bibe.” BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampa Waşûkanî dimînin, daxwaza vegera ewle ya li warê xwe dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Hesekê bi hêviyeke mezin peyama Rêber Abdullah Ocalan pêşwazî kir û diyalogê wek rêya çareseriya dibîne.

Rêveberê SOHR’ê Ramî Ebdilrehman pêkanîna peymana di navbera QSD û hikumeta demkî de wekî kêm û di çarçoveya rawestandina pevçûnan û hin tedbîrên ewlehiyê yên sînordar de bi nav kir û destnîşan kir ku bendên sereke, wekî entegrekirina hêzan û vegera koçberan, ji ber nebûna baweriyê û nakokiyên siyasî rawestiyane.

Lêkolînerekî Misrî diyar kir ku şerê li dijî Îranê di çarçoveya jinûve xêzkirina herêma Rojhilata Navîn de bi rêya qelskirina rejîma Îranê û birîna destê wê ye.

Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê jinên ji bajarê Dirbêsiyê serdana gundê "Jinwar" dikin, 10.00ˊan, Yekitiya Jinên Ciwan bi hevkariya Kongra Star a bajarê Çilaxa serdana dayikên şehîdan dikin û wan xelat dikin û broşûrên ji bo danasîna Roja 8ˊê Adarê belav dikin, 10.00ˊan, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê çalakiya çandina daran li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr li gundê Dugirê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN