Hizbullahê biryara Lubnanê ya qedexekirina çalakiyan şermezar kir

Hizbullahê biryara hikumeta Lubnanê ya qedexekirina çalakiyên wê yên leşkerî û ewlehiyê şermezar kir. Ev biryar, hemwextî aloziyên leşkerî yên li herêmê hat dayîn.

Hizbullahê biryara Lubnanê ya qedexekirina çalakiyan şermezar kir
2 adar, 2026   23:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de Îsraîlê bersiva êrişên tolhildanê yên Hizbullah ên bi mûşek û dronan dide, Hizbullah biryara hikumeta Lubnanê ya qedexekirina çalakiyên wê yên ewlehî û leşkerî şermezar kir. 

Serokê bloka parlemantoyê yê partiya Hizbullah Mihemed Red, di daxuyaniyekê de rexne li biryarên hikûmetê yên li dijî Lubnaniyan yên ku dagirkeriyê red dikin û wiha got: "Lubnanî li benda biryareke qedexekirina êrişkariyê bûn, lê li şûna wê ew bi biryareke qedexekirina redkirina êrişkariyê re rû bi rû ne."

Serokê bloka parlamenter a Hizbullah Mihemed Reid di daxuyaniyekê de biryarên hikumeta Lubnanê yên li dijî Lubnaniyên ku êrişê red dikin û wan bi binpêkirina aştiyê tawanbar dikin" rexne kir. Reid da zanîn ku "Lubnanî li benda biryarek bûn ku hikumet êrişê qedexe bike, lê ew bi biryarekê re rû bi rû man ku redkirina êrişê qedexe dike."

Mihemed Reid bang li hikumetê kir ku welat ji afirandina pirsgirêkên zêdetir dûr bixe, ji ber ku ew pirsgirêk welat dixin rewşa aloziya zêde û divê ew ji bo telafîkirina wan pirsgirêkan bixebitin.

(ac/fr)

ANHA