ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-02-2024
3 sibat, 2024   02:00

Şehîd Zelal Zagros di 31 salan de têkoşîneke demdirêj û hêja meşand. Hevalên wê destnîşan dikin ku xusletên wê jî mîna navê wê bûn ku pabendiya wê ya bi armancan nîşan dida. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînerê pirsgirêkên terorê Hesen Ebû Heniye hişyarî da ku çeteyên DAIŞ`ê dê sûdê ji firehbûna qada şer bigirin û xwe ji nû ve bi rêxistin bike.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqayê projeya avakirina sûkekê didomîne, her wiha dest bi projeyeke bazirganiyê jî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştî rawestîna kargehên petrolê di encama êrişên dewleta Tirk de, hewl dide sotemeniyê ji cotkaran re peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Navçeya Tirbespiyê li pêşiya navenda xwe ji bo bîranîna şehîd Viyana Soran daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Dêrikê ji bo bîranîna şehîda Viyan Soran û li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li navedna xwe semînerekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jinan a saziya civaka sivîl ên Helebê li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li hola 8ˊê Adarê ya civînan a li taxa Şêxmeqsûdê panelekê dide, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişlo cenazeyê 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişloyê de şehîd bûne li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê oxir dikin, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li Kobanê şahiya îmzekirina komek pirtûkên dîwanê çap kirine, li dar dixe, saet 15:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA