Têkoşîna 31 salan ku di pirtûkekê de hilnayê: Zelal Zagros

Şehîd Zelal Zagros di 31 salan de têkoşîneke demdirêj û hêja meşand. Hevalên wê destnîşan dikin ku xusletên wê jî mîna navê wê bûn ku pabendiya wê ya bi armancan nîşan dida.

Têkoşîna 31 salan ku di pirtûkekê de hilnayê: Zelal Zagros
Têkoşîna 31 salan ku di pirtûkekê de hilnayê: Zelal Zagros
Têkoşîna 31 salan ku di pirtûkekê de hilnayê: Zelal Zagros
Têkoşîna 31 salan ku di pirtûkekê de hilnayê: Zelal Zagros
Têkoşîna 31 salan ku di pirtûkekê de hilnayê: Zelal Zagros
Têkoşîna 31 salan ku di pirtûkekê de hilnayê: Zelal Zagros
Têkoşîna 31 salan ku di pirtûkekê de hilnayê: Zelal Zagros
Têkoşîna 31 salan ku di pirtûkekê de hilnayê: Zelal Zagros
Têkoşîna 31 salan ku di pirtûkekê de hilnayê: Zelal Zagros
3 sibat, 2024   02:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Ji rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ta lûtkeyên çiyayên Kurdistanê yên bilind, ji Ermenistanê ta Kerkûkê şehîd Zelal Zagros jin li wan herêma li dora xwe kom kirin û rêya azadiyê ku ji wan hatiye standin, nîşanî wan da.

Zelal Zagros, navekî ku gelek caran di dezgehên çapemeniyê de behsa wê hatiye kirin û li ser mîras û têkoşîna wê gelek jinên nivîskar û tevgerên jinan ên ku tev lê bûbû, nivisîn. Gelo Zelal Zagros kî ye?

Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) li gundê Silindir ê navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê sala 1975`an ji dayik bûye.

7 xwişk û 3 bira ne. Ew keça malê ya mezin e. Malbata wê malbateke welatparêz e û xusletên têkoşer, şoreşger û parêzvaniya doza Kurd û Kurdistanê di kesayeta tevahî malbatê de xurt kiriye.

Feryal sala 1990`î ve tevgerê nas dike. Piştî 3 salan anku di 1993`yan de, li ser bingeha Tevgera Azadiya Kurdistanê maf û azadiya jinan diparêze û têkoşîna gelê Kurd temsîl dike, tev li tevgerê dibe. 

Feryal derdora salekê xebatên eniyê li bajarê Hesekê, gund û navçeyên girêdayî wê meşandin. Di Tebaxa 1995`an de bi navê Zelal berê xwe da Kurdistanê û pîrozbahiya 15`ê Tebaxê li çiyayên Kurdistanê dike. Ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê têkoşîneke bêhempa meşand, bi lêhûrbûna li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya jinan, têkoşîna xwe di 15 salên li çiyayên Kurdistanê de bi pêş xist.

Piştî 15 salan Zelal diçe Ermenistanê û di 6 salên têkoşînê de doza Kurd û Kurdistanê û kesayeta jinên şoreşger û pêşeng da nasandin.

Piştî destpêkirina çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya 2012`an, Zelal sala 2013`an vedigere Rojava ji bo ku tev li şoreşê bibe û tecrubeya xwe bixe xizmeta birêxistinkirina gel. Salek û nîv ji têkoşîna ji bo serdana malbatên şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê re veqetand.

Dûre Zelal ku bi zimanên tirkî û erebî jî baş diaxivî, tevî kurmancî û soranî, di nava bajarên Rojava de geriya da ku ku gel bi rêxistin bike û perwerde bike. Di sala 2015’an de li Şamê jî xebatên rêxistinkirin û perwerdekirina civak Kurd pêk bîne. Bi destpêkirina destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê sala 2016`an, israr kir biçe bajarê Minbicê ji bo ku gel li wir bi rêxistin bike. Ji ber ku baş dizanî, bingeha avakirina civakê, ji avakirina kes û civakê bi rêyên rast dest pê dike.

Zelal yek ji damezrînerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê ye. Ji bo tunekirina hişmendiye navendîbûnê tê koşiya, rolek di tevlêkirina her kesî a pêvajoyên biryardayînê de lîst. Ev jî xusleta wê ya herî girîng e ku li Minbicê derket pêş.

Têkoşîna Zelalê fireh bû û vê carê çû Dêrazorê û tev li pêngava rizgarkirina bajêr ji DAIŞ`ê sala 2018`an bû. Piştî rizgarkirina Dêrazorê. Piştre jî diçe Başûrê Kurdistanê ji bo ku bi tevger û rêxistinên jinan ên li wir re hevdîtinan çêke û çareseriyên hevbeş ji dozên jinan re bibînin.

ZELAL DI ÇAVÊ MALBATÊ DE

Dayika şehîd Zelal Zagros Zekiye Elî destnîşan kir ku Zelal di karê xwe de gelek jêhatî bû. Ji biçûkahiya xwe ve di mezinkirina xwişk û birayên xwe de alîkariya wê dikir.

Zekiye Elî got: "Her tim ji me re digot tev li têkoşînê tevgera azadiya Kurdistanê bibin. Ruxmî ku li Başûrê Kurdistanê hate girtin û zor lê kirin ji bo ku dev ji dozê berde, lê belê ew red kir û got dê têkoşînê bidomîne."

Dayika Zekiye destnîşan kir ku ew bi keça xwe serbilind e ku rêya têkoşînê di oxira doza gel û welatê de hilbijart û wiha pê de çû: "Ev rêya rûmetê û şerefê û ji bo rizgarkirina Kurdistanê ye."

Dotmamên şehîd Zelal Fatme û Cîhan Xalid ên pê re di heman malê de mezin bûne, axaftina dayîka şehîd Zelal piştrast kirin ku şehîd Zelal ji bo birêvebirina malê û heta piştî ku tev li tevgerê dibe, hewldanên mezin kirin. Her duyan diyar kirin ku gotin têra pesndkirina wê nakin û têkoşîna wê ya bêhempa di rûniştenkê de yan jî di pirtûkekê de kurt nabe.

Xwarziya şehîd Zelal û xwişka şehîd Fewaz Xalid Dêriya Xalid jî destnîşan kir ku têkoşîna xaltîka wê, di dilê wan de hezkirin, pêşbinî, hezkirina doza kurd û tevgera azadiya Kurdistanê çandiye û bi karê di nava zeviyan de û alîkariya bi xwêyê eniyê xwe qezenc dikir ji tevgerê re dişand ruxmî ku biçûk bû, girêdan û hezkirina xwe ji tevgerê re nîşan dida.

Dêriya anî ziman ku şehîd Zelal her tim li halê malbatê dipirsî û got: "Heta dema birayê min Fewaz li çiyayên Kurdistanê şehîd bû, morala me bilind dikir."

Kurapê şehîd Zelal Behrem Xalid jî got şehîd Zelal dilovan, mîna navê xwe saf bû, li her derê kar kiriye şûnek hiştiye.

Malbatên şehîd Zelal Zagros destnîşan kirin ku ew dev ji rêya keça xwe bernadin û dê rêya wê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û tevgera azadiya Kurdistanê berdewam bikin.

Di heman demê de nerazîbûnên xwe li hember qetilkirina şehîd Zelal Zagros li Kerkûkê û diyar kirin ku Zelal ji doza xwe re wefadar bû û ruxmî ku gelek caran li çiyayên Kurdistanê birîndar bûye, lê qet bawer nedikirin ku dê bi destê xiyanetê li Başûrê Kurdistanê şehîd bibe.

(şx)

ANHA