Amerîka û Brîtanyayê êrişî Hece ya Yemenê kir

Di çarçoveya aloziya li Deryaya Sor de, Amerîka û Brîtanyayê li dijî parêzgeha Hece ya bakur rojavayê Yemenê êrişên hewayî pêk anîn.

Amerîka û Brîtanyayê êrişî Hece ya Yemenê kir
2 sibat, 2024   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Hûsiyan li ser paşxaneya aloziya li Deryaya Sor, Amerîka û Brîtanyayê parêzgeha Hece ya bakur rojavayê Yemenê bombebaran kir.

Her wiha heman dezgehan da zanîn ku li dijî devera Cir a herêma Ebes a parêzgeha Hece 7 êrişên hewayî hatin pêkanîn.

Berî demekê Hûsiyan ragihand ku London û Washintgon di erkên xwe yên li Deryaya Sor de bi bin ketin. Nîşana vê binkeftinê jî ew e ku Amerîkayê ji bo rawestandina êrişan alîkarî ji Çînê xwest.

Ji meha Mijdara borî ve Hûsî li dijî keştiyên barhilgir ên li Deryaya Sor û Kendava Edenê êrişên bi rêya balafirên bêmirov û mûşekan pêk tînin. Hûsiyan ragihandibû ku ev êriş bersiva şerê Îsraîlê yê li dijî tevgera Hemasê de pêk tên.

(mh)