ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-04-2026
1 nîsan, 2026   02:00

Aşûr, Suryan û Keldan 1`ê Nîsanê cejna Akîtû pîroz dikin. Rewşenbîrê Sair Îshaq got “Akîtû nirxên jiyana hevbeş temsîl dike.”

Şîrîn Oso diyar kir ku jinên Sûriyeyê bi hevgirtin û yekitiya xwe dikarin mafên xwe di destûra nû ya Sûriyeyê de misoger bikin û destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin. BI WÊNE Û DÎMEN

Dayika şervanê QSD'ê Mihemed Cemîl Remo yê dîlgirtî banga diyarkirina çarenûsa kurê xwe û tevahî dîlgirtiyan û serbestberdana wan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi wêneyan kiryarên çeteyên Tirkiyeyê yên li Serêkaniyê û gundewarên wê hatine belgekirin. Koçberên ji Serêkaniyê dibêjin “Heyanî ewlehî çênebe û mal û milkên me radestî me nekin, em venagerin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê cenazeyên şervana YPJˊê şehîd Toprak Deniz û şervanê QSDˊê şehîd Bahoz Serhed li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik defin dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya sersala Asûrî, Babilî, Keldanî-Cejna Ekîto Partiya Yekitiya Suryanî li gundê Hekmiyê yê Dêrikê, li gundê Demxiya Mezin a Qamişloyê û gundê Gir Şêran ê başûrê Tirbespiyê pîrozbahiyan li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya 4ˊê Nîsanê, Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan wê li parkên bajarê Kobanê û Girê Miştenûrê dar werin çandin, 11.00ˊan, her wiha Kongra Star li Parka Jinê ya bajarê Çilaxa, Yekitiya Jinên Ciwan li daristana bajarokê Abira yê Çilaxa daran diçîne, 14.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN