Parêzgarê Hesekê: Cejna Ekîto mîrasek şaristanî ya kevnar temsîl dike

Parêzgarê Hesekê cejna Ekîto li gelê Suryanî-Keldanî -Asûrî pîroz kir û diyar kir ku ev cejn mîrasek şaristanî ya kevnar ku kûrahiya dîroka herêma ya hezaran salan nîşan dide temsîl dike.

Parêzgarê Hesekê: Cejna Ekîto mîrasek şaristanî ya kevnar temsîl dike
31 adar, 2026   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê, endazyar Nûredîn Ehmed cejna Ekîto li xelkê parêzgehê yê Suryanî-Asûrî-Keldanî pîroz kir.

Parêzgar di peyama xwe de da zanîn ku ev cejn temsîla mîraseke şaristanî ya kevnar dike ku kûrahiya dîroka herêmê ya hezaran salan nîşan dide. Ev cejn ji bo xurtkirina nirxên hezkirin, biratî û jiyana hevbeş di nava pêkhateyên civakê de girîng e.

Parêzgar Nûredîn Ehmed hêvî kir ku xelkê herêmê di xêr û aramiyê de bijîn û Hesekê modeleke yekitî û hezkirinê bimîne.

(fr)