ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 23-09-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 23-09-2025
23 îlon, 2025   02:00

Jinên bajarê Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û mafê hêviyê pêk nayne. Jinan got: "Em bi têkoşîn û berxwedana xwe dawî li tecrîdê bînin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin." BI WÊNE Û DÎMEN

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê amadekariyên hilbijartinên "Mecilsa Gel" didomîne. Ev hilbijartin jî wekî "pêvajoyeke nû ber bi avakirina rewabûnê" ve tê binavkirin. Hilbijartin li şûna ku bibin destpêka veguherîna siyasî, rastî rexneyên dijwar tên. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Holê fikarên xwe der barê xetereyên kampa Holê yên li ser ewlehî û aramiya herêmê de anîn ziman û destnîşan kir ku şaneyên DAIŞ`ê hewl didin ramanên DAIŞ`ê di nava kampê de belav bikin. Daxwaza çaresariyeke daimî ji bo bidawîanîna vê gefê kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên li kantona Cizîrê piştgiriya xwe ya ji bo nameya Rêber Abdullah Ocalan ku banga hezkirin, biratiya di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de dike, anîn ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

5’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava dê di meha Mijdarê de were lidarxistin. Heta niha ji bo beşdarbûna mîhrîcanê serlêdana 120 filman hatiye kirin.

Berpirsê Partiya Asûrî ya Demokratîk Wail Mîrza diyar kir ku piştî bûyerên li perava Sûriyeyê û Siwêdayê nenavendîtî bûye daxwaza hemû pêkhateyên Sûriyeyê. Mîrza got Rêveberiya Xweser serkeftina xwe isbat kir, lewma dive li ser tevahî xaka Sûriyeyê pêk were. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê bi çalakiyekê bişgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê dikin, çalakî wê ji qada Jina Azad dest pê bike û ber bi çerxereya El Neyîm ve herin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongira Star navenda xwe ya li bajarê Hesekê çalakiya wergirtina nameyên jinan yê ku ji bo Rêber Ebidullah Ocalan hatiye nivîsnadin bi rêxistin dike, (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Jina Ciwan a Ermenî, bi hevkariya Yekîtiya Jinên Ermenî, li bajarê Hesekê ji bo belavokên hişyariyê li dijî zewaca di bin temenê biçûk de belav bike çalakiyekê li dar dixe (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN