ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 09-07-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 09-07-2025
9 tîrmeh, 2025   02:00

Jinan diyar kir ku xew û xeyalên wan dîtina Rêber Abdullah Ocalan e, her wiha ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe xurttir bikin.

Rewşenbîrên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî diyar kir ku astengiya herî mezin a ku nahêle koçber vegerin warên xwe, hebûna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ye û ji bo vegerek ewle divê birêvebirina wan herêman di destê xelkê wê de be.

Bi şêwazekî balkêş û nêzî rastiya mirovan, hunermendê ciwan Ebdela Cafer hestên xwe bi xêz û nexşan vedibêje. Wêneyên wî bêgunehiya zarokan û têkoşîna jinan vedibêjin.

Bi diruşma "Em bi hev re hêviyê vejînin" Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola El Bistan panelekê li ser xwekujiyê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê bi sernavê "Pêşdeçûnên siyasî yên dawîn ên piştî Sykes-Picot" li hola meclisê ya Hesekê rûniştineke diyalogê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hesekê civîna damezrîner a Meclisa Tenduristiyê li navenda gerînendetiyê ya bajêr li dar dixeî (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a Dirbêsiyê Konfernasa Sîstema Hevserokatiyê li hola navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Tebqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê bi nsernavê "Pirrengî..ber bi pergala demokratîk ve nîşaneya cihêrengiya pêkhateyan e" li hola meclisê atolyeyekê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a Til Temirê civîna xwe ya nîvê salê ji bo nîqaşkirina xebatên kirine û yên werin kirin li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Komeleya Şawîşka a Jinan û Rêxistina Roza Piştgirî û Xurtkirinê bi sernavê "Mekanîzmayên misogeriya mafên beşdariya jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sazkirina destûra Sûriyeyê de" li Navenda Mala Şîn a Qamişloyê, forumekê li dar dixe, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Dibistana Hunera Zarokan a Havînê bi hevkariya Navenda Kama Newroz a Çand û Hunerê pêşbirka lîstoka kişikê li navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê organîze dike, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN