Dadgeha Parîsê biryar da Sonia Mejri darizîne

Dadgeha Temyîzê ya Parîsê biryar da ku Sonia Mejri wê ji ber sûcê qirkirinê ya li dijî Êzidiyan were darizandin.

Dadgeha Parîsê biryar da Sonia Mejri darizîne
8 tîrmeh, 2025   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Temyîzê ya Parîsê biryar da ku jina Fransî Sonia Mejri (36) ya ku ji Sûriyeyê vegeriyaye, ji ber sûcên kirine darizîne. Sonia di bihara 2015’an de ciwanek Êzidî kiriye kole, girtiye, li ser bingeha olî û zayendî zilm lê kiriye. 

Sonia Mejri ya ku hevjîna berê ya serçeteyê DAIŞ’ê Abelnasser Benyoucef bû, yekem jina Fransî ye ku ji Sûriyeyê vergeriyaye û wê li Fransayê ji ber sûcê qirkirinê yê li dijî civaka Êzidî bê darizandin.

Sonia Mejri bi vê biryarê re, ji bilî sûcên terorîstî û sûcên dijmirovî yên hatine tomarkirin, wê ji ber sûcên qirkirinê û terorîzmê li Dadgeha Cezaya Giran bê darizandin.

Sonia Mejri beriya ku di sala 2014’an de Fransayê biterikîne û tev li DAIŞ’ê bibe, li Fransayê bufeyek wê hebû. Li wir bi Abdelnasser Benyoucef ê Fransî-Cezaîrî ye û wekî endamekî sereke yê şaneya êrişên DAIŞ’ê dihat dîtin re zewicî. Abdelnasser Benyoucef ji ber fermana êrişa 2015’an a li dijî dêrek li Villejuif a li Parîsê hate kirin, bi sûcên qirkirin, dijmirovî û terorîzmê hate darizandin. Tê gotin ku serçete Benyoucef di sala 2016’an de miriye.

Jina Êzidî ya ku niha 26 salî ye, şeş salan ji aliyê Benyoucef û çeteyan ve hate revandin, hate biçûkxistin û destdirêjî li wê kirin. Piştre Benyoucef ew firotibû êşkencekar û berpirsekî mezin ê DAIŞ’ê.