Roja Pirtûkên Zarokan a Cîhanê: Hêvî bi nifşê nû ve girêdayî ye

Wêjeya taybet bi zarokan li herêmê, tevî girîngiya wê li hember gelek astengiyan e. Nivîskar kêm in. Di heman demê de hêvî bi nifşê nû ve girêdayî ye.

Roja Pirtûkên Zarokan a Cîhanê: Hêvî bi nifşê nû ve girêdayî ye
Roja Pirtûkên Zarokan a Cîhanê: Hêvî bi nifşê nû ve girêdayî ye
Roja Pirtûkên Zarokan a Cîhanê: Hêvî bi nifşê nû ve girêdayî ye
Roja Pirtûkên Zarokan a Cîhanê: Hêvî bi nifşê nû ve girêdayî ye
Roja Pirtûkên Zarokan a Cîhanê: Hêvî bi nifşê nû ve girêdayî ye
Roja Pirtûkên Zarokan a Cîhanê: Hêvî bi nifşê nû ve girêdayî ye
Roja Pirtûkên Zarokan a Cîhanê: Hêvî bi nifşê nû ve girêdayî ye
Roja Pirtûkên Zarokan a Cîhanê: Hêvî bi nifşê nû ve girêdayî ye
Roja Pirtûkên Zarokan a Cîhanê: Hêvî bi nifşê nû ve girêdayî ye
2 nîsan, 2024   07:35
QAMIŞLO
XALID ETÊ – TEYMA ARARAT

Helbestvan, çîroknivîs û nivîskarê lîstikên şanoyê bi zimanê Kurdî Alan Ebdullah ê ji Qamişlo ye, wek tevahî gelê xwe Alan ji nivîsandina bi zimanê xwe li ser çand û dîroka xwe bêpar mabû. Ji ber tunebûna nivîskarên helbest û çîrokên zarokan li herêmê, wî berê xwe da vê qadê.

Roja 2'yê Nîsanê Roja Pirtûkên Zarokan a Cîhanê ye. Armanca wê ew e ku zarokan ber bi xwendin û lêkolînê ve bikişîne. Ev roj ji 1967'an ve ku rojbûna wêjevanê danmarkî Hans Andersen e, hatiye diyarkirin.

Alan Ebdullah (35) bi rêya kovara Mizgîn dest bi tecrûbeya xwe ya wêjeya zarokan kir. Tê de helbest û çîrok weşandin. Di 2024'an de jî 4 pirtûkên şano yên zarokan çap kirin.

Der barê girîngiya berhemên wêjeyî yên zarokan de Alan ji ajansa me re got: "Ji gelek salan ve ji ber paşguhkirina fikrî, çandî û wêjeyî me gelek zehmetî kişandin. Ji bo avakirima civakê di aliyên fikrî, çandî û wêjeyî de pêwîstiya me bi wêjeya zarokan heye. Ji ber ku ew roleke girîng di vî warî de dilîze."

Ew 4 pirtûk bi navên Gula Pîroz, Disa Bişaftin, Pêşeroja Windayî û Newrozê ne. Ew jî şanoyên zarokan in. Bi rêbazeke sade û dewlemend ku zarok bikarin tê bigihîjin, zarokatî û pirgirêkên wan ên civakî tîne ziman. Alan di pirtûkeke taybet de hemû helbest, sirûd û çîrokên xwe yên berê berhev kirin.

DÛRKETINA JI WÊJEYA ZAROKAN

Der barê rewşa vê qada wêjeyê nivîskarê wêjeya zarokan Ebdulcabir Hebîb got: "Di wêjeya zarokan de pêwîstî heye ku nivîskar ji zarokan nêzîk be. Tevî girîngiya wê lê dîsa jî asta wê li herêmê ne ew asta ku tê xwestin e. Nivîskarên vê wêjeyê li ser destan tên jimartin."

Li gorî agahiyên fermî yên Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2 salên dawîn de tenê 20 berhemên ji bo zarokan hatine çapkirin. Ew jî kovar, çîrok, roman, helbest û folklor in. Tevahî bi zimanê Kurdî ne.

Ev yek ji aliyê xwediyên pirtûkxaneyan ve jî hat piştrastkirin.

JI BO PÊŞXISTINA WÊ ÇI PÊWÎST E?

Der barê asta wêjeyî ya berhemên heyî de Hebîb got: "Ji ber kêmbûna berheman mirov nikare wan rexne bike yan jî binirxîne."

Alan Ebdullah diyar kir ku dewlemendkirina pirtûkxaneyan bi berhemên ji bo zarokan û handana zarokan ji bo xwendinê ne tiştekî hêsan e û pêwîst e hemû berpirs, wêjevan, nivîskar, deste, saziyên çandî û hunermend keda xwe bikin yek.

Alan wiha domand: "Pêwîst e nivîskar û wêjevan berê xwe bidin vê qadê û piştgiriya wê bikin. Ev erkê hunermendên destkariyê ye jî. Ji ber ku beşek mezin ji pirtûkên zarokan bi wêneyan ve girêdayî ye. Pêwîst e desteyên perwerdeyê di dibistanan de pirtûkxaneya zarokan veke û dersên taybet ji bo xwendinê veqetîne."

HÊVÎ BI NIVÎSKARÊ PÊŞEROJÊ MEZIN E

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê di 2020'an de bi navê "Nivîskarê Pêşerojê" li dar xist û ji wê demê ve salane li dar dikeve. Tê de bi sedan zarok bi berhemên xwe yên bi zimanên Kurdî û Erebî tev li pêşbirkan dibin. Li dawiyê berhemên herî baş tên hilbijartin û çapkirin.

Hebîb der barê wê de got: "Ji bo pêşxistina rewşa wêjeya zarokan û teşwîqkirinê gaveke baş e ku nivîskar ji nifşê nû derkevin. Hêvî bi nifşê nû mezin e."

(mh)

ANHA