Jinan hestên xwe yên têkildarî 4’ê Nîsanê vegotin

Jinên ku di salên 1990’an de serdana Rêber Abdullah Ocalan kiribûn, destnîşan kirin ku wan bi saya Rêber Apo xwe nas kiriye, rojbûna wî ji bo wan jiyane, lewma ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê xwe hîn zêdetir têbikoşin. 

Jinan hestên xwe yên têkildarî 4’ê Nîsanê vegotin
2 nîsan, 2024   05:17
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

 Jinên ji bajarê Efrînê yên ku niha li taxa Şêxmeqsud a Helebê rudinin, bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, hestên xwe ji ANHA’yê re vegotin.

Fatme Xelîl Boskilî (54) ya ji gundê Sînka yê navçeya Şera ya Efrînê: Ez ji zarokatiya xwe ve di nava xebatan de cîh digirim. Di sala 1998'an de ji bo xwendinê li gel birayên xwe hatim Helebê. Di van salan de em çûn serdana Rêber Apo. Li ser girîngiya şoreşê, xebatên civakî û çareseriya pirsgirêkên civakan ji me re axivî. Bal kişand ku avakirina civakek azad, di hezkirin û yekitiyê de veşartî ye û xwest ku em ji kare xwe hez bikin. Bi fikr û felsefeya xwe wî her tişt zindî kir. Bi saya wî em gihîştin vê asta berxwedanê, bi saya wî em ê azadiya wî û ya xwe jî pêk bînin.

Fatme Mihemed (60) a ji gundê Xwazyana yê navçeya Mabeta ya Efrîna: Min li Akademiya Mahsûm Korkmaz a Lubnanê Rêber Apo dît. Gelekî girîngî da doza rizgariya jinan. Li ser yekbûna jinan radiwestiya û got ku jin xwedî îradeyeke mezin in. Rêbertî gava pêşîn ber bi rizgariya me ve avêt. Pêwsît e em jî rêya wî bişopînin û bi xwîn, ruh û zarokên xwe li keda wî xwedî derkevin."

Meryem Hec Reşîd (75) a ji gundê Elemdar ê navçeya Reco ya Efrîna: Min di sala 1990’an de Rêber Apo li Akademiya Mahsum Korkmaz a li Lubnanê dît. Ji bo me xewnek bû ku em ji qeydan rizgar bibin. Şansê me yê baş e ku em rastî Rêbertî hatin. Rojbûna wî ji bo me jiyan e. Me bi rêya wî xwe û dîroka xwe nas kir.

Em li benda kesekî bûn ku me ji tariyê bibe ronahiyê. Rêbertî jî ev yek pêk anî û ji bo me her tişt kir. Em ê pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bixebitin. Em hêvî dikin wî di nav xwe de bibînin."

(mh/a)

ANHA