Rêzeçalakiyên ji bo zarokan li kantona Cizîrê didomin

Rêzeçalakiyên bi dirûşma “Başbûn û Parastin, Pêşveçûn û Têgihaştin… Ji bo Zarokatiyeke Tendurist” ji bo piştgiriya zarokan li bajarên kantona Cizîrê didomin.

Rêzeçalakiyên ji bo zarokan li kantona Cizîrê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo zarokan li kantona Cizîrê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo zarokan li kantona Cizîrê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo zarokan li kantona Cizîrê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo zarokan li kantona Cizîrê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo zarokan li kantona Cizîrê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo zarokan li kantona Cizîrê didomin
18 îlon 2024   13:27
QAMIŞLO

Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 21`ê Tebaxê de ji bo piştgiriya zarokan, zarokên astengdar û nexweş bi dirûşma “Başbûn û Parastin, Pêşveçûn û Têgihaştin.. Ji bo Zarokatiyeke Tendurist” dest bi kampanyayekê kir.

Di heman çarçoveyê de 8`ê Îlonê Desteya Jinan a Kantona Cizîrê bi pêşengiya Nivîsgeha Parastina Zarokan li kantona Cizîrê dest bi rêzeçalakiyan kir.

Îro jinên ku cihê xwe di kampanyayê de digirin, serdana Navenda ji bo Amadekirin û Fêrkirina Zarokan a Şehîd Êriş a li Qamişloyê kir.

Li baxçeyê navendê çalakiyên fêrkirinê ji bo zarokan hatin lidarxistin, piştre jî pêlîstok û diyarî pêşkêşî zarokan kirin. Her wiha belavokên têkildarî parastina zarokan ji tundiyê û rola malbat û civakê di parastina zarokan de, hatin belavkirin.

Kampanya heta 19`ê Mijdarê dê bidome û ew ê bi giştî serdana baxçeyên zarokan, navendên pêşxistina zarokan, zarokên şehîdan, zarokên astengdar û zarokên li kampan bikin.

(sb)

ANHA