`Rêya yekane ya parastina destkeftiyan şerê gel ê şoreşgerî ye`

Şêniyên kantona Cizîrê bang li pêkhateyên herêmê kirin ku li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî berxwedanê mezin bikin û xwe bi rêxistin bikin. Şêniyan destnîşan kir ku berxwedana li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî, rêya yekane ya parastina şoreşê ye.

`Rêya yekane ya parastina destkeftiyan şerê gel ê şoreşgerî ye`
`Rêya yekane ya parastina destkeftiyan şerê gel ê şoreşgerî ye`
`Rêya yekane ya parastina destkeftiyan şerê gel ê şoreşgerî ye`
`Rêya yekane ya parastina destkeftiyan şerê gel ê şoreşgerî ye`
`Rêya yekane ya parastina destkeftiyan şerê gel ê şoreşgerî ye`
8 hezîran, 2024   16:01
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi şêniyên bajarê Çilaxayê re civiya û geşedanên dawîn ên li herêmê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nirxandin.

Bi dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û ximzetguzariyê, meclisa bajêr û Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan tev li civînê bûn ku li navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate lidarxisitn.

Endama rêveberiya Meclisa Bajarê Çilaxa Jiyan Mihemed axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hiceta "cezayên dîspilînê" tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Jiyan destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ruxmî tevahî şert û mercan ji bo azadiya gelê herêmê li ber xwe dide.

Jiyan diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji domandina tecrîdê, êrişên li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) û êrişên domdar ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tunekirina vîna azad e.

Jiyan di dawiyê de diyar kir ku berxwedana li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî, rêya yekane ya parastina destkeftiyên şoreşê ye û bang li pêkhateyên herêmê kir ku dev ji berxwedanê bernedin û xwe li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin.

(şx)

ANHA