Rêxistineke afrîkayî cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Mûradî şermezar kir

‘Herêma Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn a Meşa Jinan a Cîhanê’ cezayê darvekirinê yê li dijî çalakvana Kurd Werîşe Mûradî şermezar kir û ceza wek aliyekî qirkirinê yê li dijî çalakvanên mafên mirovan ên jinan nirxand.

Rêxistineke afrîkayî cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Mûradî şermezar kir
16 mijdar, 2024   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

‘Herêma Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn a Meşa Jinan a Cîhanê’ têkildarî cezayê darvekirinê yê ku rejîma Îranê li girtiya siyasî ya Kurd û endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî biriye, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Mûradî bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin: "Doza Werîşeyê ne mijareke takekesî ye, lê beşeke kampanyayeke sîstematîk a çewisandinê ye ku jinên li dijî rejîmên zalim li ber xwe didin, dike armanc. Ev cezayê îdamê wek aliyekî qirkirinê ye ku li dijî çalakvanên mafên mirovan ên jinan ên ku dixwazin edalet û wekheviyê pêk bînin, tê dîtin."

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku zêdebûna tundiya li ser jinên li Îran û Kurdistanê "ji bilî hewldaneke bêhêvî ya ji bo bêdengkirina dengê jinan û şikandina îradeya wan a azad û ji bo tirsandina wan tiştekî din nîn e.”

Di daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û yên jinan ên li cîhanê hate kirin ku li dijî biryarên darvekirinê yên li hemberî çavlakvan û girtiyan nava bikevin tevgerê û rejîma Îranê neçar bikin ku van cezeyan rawestîne.

Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn: "Ji bo rawestandina van sûcan, ji bo parastina mafên jinan, em ê têkoşîna xwe bidomînin û li dijî her kesê ku dixwaze dengê jinên azad bibire, em ê bisekinin."

(bb)