Li Kolnê beriya mîtîngê meş mezin

Gelê Kurd û dostên wan bi yek deng û yek daxwaza xwe ya ji bo azadiyê ya fizîkî a Rêber Abdullah Ocalan tînin ziman.

Li Kolnê beriya mîtîngê meş mezin
16 mijdar, 2024   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Koln ê Almanyayê beriya mîtîngê, meş destpê kir. Mîtîng wê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bê lidarxistin. 

Piştî xebatên ku beriya bi hefteyane destpê kirine, ji saetên siharê ve Kurdistanî û dostên wan tên qadê. Meşvan ji welatên din û bajarên derdor tên. Qad bi coşeke mezin tejî bû. Meş wê li Deutzer-Werft’ê destpê bike ku weke qada kombûnê hatiye diyarkirin.

Piştî rotayeke 3 kîlometreyan, dîsa wê li heman qadê bi dawî bibe. Piştî meşê dîsa wê li Deutzer-Werft’ê mîtîng bê lidarxistin.

Komîteya Amadekar di serê siharê de tedbîrên ewlehiyê yên li qadê, girtine. Çalakvanan jî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan, dîmenên balkêş diafirînin. Tevlîbûna meşê dewam dike, girse her ku diçe zêde dibe.