Hêzên Rûsyayê 2 gundên din ên Ukraynayê kontrol kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan 2 gundên din ên li herêma Donetsk a Ukraynayê xistine bin kontrola xwe.

Hêzên Rûsyayê 2 gundên din ên Ukraynayê kontrol kirin
16 mijdar, 2024   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan gundên Makarevka û Leninskoye yên li herêma Donetsk a Ukraynayê xistine bin kontrola xwe. 

Wezaretê ragihand ku pergalên parastina hewayî di nava 24 saetên dawîn de 102 dronên Ukraynayê îmha kirin û 4 moşekên ‘HiMars’ jî asteng kirin.

Di dewama daxuyaniya wezaretê de hate gotin: "Şevê din hewldanên rejîma Kîevê ku bi dronan êrişî baregehên li xaka Rûsyayê bikin, hatin têkbirin. Pergala parastina hewayî 34 dronên Ukraynayê îmha kirin."

(bb)