Rêxistina Mafên Mirovan panelek li ser aştiya navxweyî li dar xist

Di panela li ser aştiya navxweyî de girîngiya hevgirtina pêkhateyên civaka Sûriyeyê li hemberî gotinên kînê û pêşxistina aştiya navxweyî hat destnîşankirin.

Rêxistina Mafên Mirovan panelek li ser aştiya navxweyî li dar xist
Rêxistina Mafên Mirovan panelek li ser aştiya navxweyî li dar xist
Rêxistina Mafên Mirovan panelek li ser aştiya navxweyî li dar xist
Rêxistina Mafên Mirovan panelek li ser aştiya navxweyî li dar xist
Rêxistina Mafên Mirovan panelek li ser aştiya navxweyî li dar xist
Rêxistina Mafên Mirovan panelek li ser aştiya navxweyî li dar xist
Rêxistina Mafên Mirovan panelek li ser aştiya navxweyî li dar xist
Rêxistina Mafên Mirovan panelek li ser aştiya navxweyî li dar xist
Rêxistina Mafên Mirovan panelek li ser aştiya navxweyî li dar xist
14 kanûn, 2025   15:50
TEBQA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bi sponseriya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Tebqayê bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê panelek bi navê "Aştiya navxweyî, hevgiritna civakî û edaleta veguhêz" li dar xist.

Civîn li hola Meclisa Gelan a bajarê Tebqayê bi amadebûna endamên yekitiyên civaka demokratîk, Meclisa Gelan a Kantona Tebqayê, Tevgera Çand û Hunerê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û koçberên Efrîn û Şehbayê hat lidarxistin.

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo têgeha aştiya navxweyî şîrove kir û ev tişt anî ser ziman "Ewlehî, aştî û jiyana hevbeş a civakê bi redkirina tundiyê, mîsogerkirina maf û azadiya mirovan, pêşxistina perwerdeyê, serxwebûna qada dadmendiyê, bi pêkanîna edalet, wekheviyê, her wiha bi diyalog, lihevhatina pêkhateyan û bi xebata hevbeş a avakirina civakeke hevgirtin û ewle pêkan e."

Şêxo destnîşan kir ku aştiya navxweyî ji bo bidestxistina pêşketin û geşkirinê pêwîstiyek e û da zanîn ku divê pirsgirêkên xizanî, gendelî, xîtabên kîndariyê ji holê werin rakirin.

 Şêxo her têgeha edaleta veguhêz û mekanîzmayên wê yên bingehîn şîrove kir û got: "Ji bo edalet pêk were divê berpirsên binpêkirinan werin darizandin. Divê komîteyên lêkolînkirina rastiyan û belgekirina binpêkirinan werin avakirin. Divê tazîmet û desteka madî û manewî bidin mexûran û malbatên wan. Di heman demê de divê saziyên ewlehî û dadweriyê ji nûve werin sererastkirin."

 Beşdaran diyar kirin ku gefên li ser aştiya navxweyî vedigire serdema rejîma berê û xîtabên mezhebî û kîndarî jî piştî rûxandina rejîmê pêş ketin. Hate gotin, li dijî van xîtaban divê hevgirtina civaka Sûriyeyê were xurtkirina û aştiya navxweyî li gelemperiya Sûriyeyê pêş bikeve.

Beşdaran gotin, divê hesab ji sûcdaran were pirsîn û li dijî xîtabên ku nefret û kînê belav dikin qanûn werin derxistin.

(b)

ANHA