Meclia Jinên Sûriyeyê di panelekê de rewşa mafên mirovan nirixand

Semînereke diyalogê ku ji aliyê Encûmena Jinên Sûriyeyê ve li Reqayê hate lidarxistin, Meclisa Jinên Sûriyeyê bi penelekê de rewşa mafên mirovan li Sûriyeyê gotûbêj kir. Beşdaran diyar kir ku parastina mafên mirovan şetê binehîn e ji bo pêkanîna aştî, edalet û aramiya mayînde li welêt.

Meclia Jinên Sûriyeyê di panelekê de rewşa mafên mirovan nirixand
Meclia Jinên Sûriyeyê di panelekê de rewşa mafên mirovan nirixand
Meclia Jinên Sûriyeyê di panelekê de rewşa mafên mirovan nirixand
Meclia Jinên Sûriyeyê di panelekê de rewşa mafên mirovan nirixand
Meclia Jinên Sûriyeyê di panelekê de rewşa mafên mirovan nirixand
Meclia Jinên Sûriyeyê di panelekê de rewşa mafên mirovan nirixand
Meclia Jinên Sûriyeyê di panelekê de rewşa mafên mirovan nirixand
14 kanûn, 2025   15:46
REQA

Meclisa Jinên Sûriyeyê li navenda xwe ya li Reqayê penelek bi sernavê "Girîngiya Mafên Mirovan li Sûriyeyê" li dar xist, bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser tev li penelê bûn.

Panel ji aliyê endama şaxa Reqayê ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Suhêr Senûh ve hate birêvebirin.

Suhêr bal kişand ser "girîngiya pêşvebirina mafên mirovan li Sûriyeyê û rola sereke ya jinan di parastina maf û azadiyan de û têkoşna jinan ji bo avakirina civakek dadperwer û demokratîk.

Di penelê de hal hat kişandin ser binpêkirinên ku di salên krîzê de li Sûriyeyê pêk hatine, bi taybetî kuştin û koçberkirina bi darê zorê, ku şer bûye sedema mirina bi sed hezaran û koçberbûna bi mîlyonan hem di hundir û hem jî li derveyî welêt.

De beşa gotûbêjan de, beşdaran nêrînên anî ziman û diyar kir ku avakirina pêşerojek aram û domdar ji bo Sûriyeyê hewce dike ku hemû alî rêzgirtina mafên mirovan bikin.

Beşdarên penelê destnîşan kirin ku mafên mirovan li Sûriyeyê mijarek bingehîn e ji bo bidestxistina aştî û edaletê, û bêyî rêzgirtina li mafên bingehîn, hesabpirsîna sûcdarên binpêkirinan, aramiya domdar nikare were bidestxistin.

(k)