Bernameya 'Mîtîngên Azadiyê' ya bakur û Tirkiyeyê diyar bû

Bernameya "Mîtîngên Azadiyê" hate eşkerekirin ku wê bi daxwaza azadiya Rêber Apo di 27-28'ê Hezîranê de li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Amed, Stenbol, Wan û Mersînê bêne lidarxistin.

Bernameya 'Mîtîngên Azadiyê' ya bakur û Tirkiyeyê diyar bû
16 hezîran, 2026   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

 Bi daxwaza azadiya Rêber  Apo wê "Mîtîngên Azadiyê" di 27 û 28'ê Hezîranê de li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê  Mersîn, Wan, Stenbol û Amedê bên lidarxistin. Mîtîng wê bi dirûşmên "Bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve" û "Bi Rêbertiyê azad ber bi civaka demokratîk ve" pêk werin. Qiseker û hunermendên beşdarî mîtîngan bibin diyar bû.

 MÊRDÎN

 Mîtînga li Mersînê wê 27'ê Hezîranê li Bexçeyê Milet ê li navçeya Yenîşehîrê bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Çetîn Arkaş wê li  mîtîngê biaxivin. Hunermend Eylul Nazlier, Ronî Artîn û Arhat jî wê derkevin ser dikê û hunera xwe nîşan bidin.

 WAN

 Heman rojê wê li Qada Newrozê ya Wanê mîtîng bê lidarxistin û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tûncel lê biaxivin. Di çarçoveya mîtîngê de wê Koma Amed û hunermend Simyager û Beser Şahîn derkevin ser dikê.

 STENBOL

Mîtînga li Stenbolê wê 28'ê Hezîranê li Qada Bagcilarê saet di 16:00 de destpê bike. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û berdevka partiyê Ayşegul Dogan wê li mîtîngê biaxivin. Bi bernameya hunerê de jî koma Agirê Jiyan û hunermend Tara Mamedova heye.

 AMED

 Mîtînga li Amedê jî wê 28'ê Hezîranê saet di 17:00 de li kolana Stasyonê pêk were. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Veysî Aktaş wê li mîtîngê biaxivin. Hunermend Pinar Aydinlar, Kadîr Çat û Serhedo wê hunera xwe pêşkêş bikin.