Rewşa tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî xirab dibe

Tenduristiya çalakvana siyasî ya girtî Nêrgiz Mihemedî her ku diçe xirabtir dibe û xeterî li ser jiyana wê heye. Parêzera Nêrgiz Mihemedî anî ziman ku tenduristiya wê xirab bûye û heta 20 kîlogram kêm kiriye.

Rewşa tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî xirab dibe
8 cotmeh, 2026   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Nêzîkî hefteyekê ye çalakvan Nêrgiz Mihemed ji ber nexweşiya dil li nexweşxaneyê di bin kontrola bijîşkan de tê ragirtin. Parêzera wê jî têkildarî jiyana wê agahiyên nû parve kirin.

Parêzera Nêgiz Mihemedî ragihand ku tenduristiya Nêrgiz Mihemedî her diçe ber bi xirabûnê ve diçe û 20 kîlogram kêm kiriye û got: “Di axaftinê de zehmetiyan dikişîne, ser û rûyê wê hatiye guherîn.”

Parêzerê destnîşan kir ku Nêrgiz Mihemedî niha di bin kontrola ewlekariyeke zêde de li nexweşxaneyeke dikeve bakurê rojhilatê Îranê tê ragirtin û got: “Her kêliya diçe tenduristiya wê xirabtir dibe.”

Kesûkar û çalakvan daxwaza dikin ku Nêrgiz Mihemedî pêwîste zû ji bo nexweşxaneyeke giştî ya Tehranê bê veguhstin ji bo ji aliyê tîmên bijîşkên taybet ve bê dermankirin.

Nêrgiz Mihemed sala 2023’an Xelata Nobelê ya Aştiyê girtibû. Di meha Çileya 2025’an li Meşhedê li şîna Pêarêzer Xusrew Elî Kurdî hatibû binçavkirin, piştre hatibû cezakirin. Roja 1’ê Gulanê li Girtîgeha Zencan nexweşiya dil pêre derket. Ji wê rojê heta niha nexweşiya wê nehatiye çareserkirin û her dewam dike. Hêzên rejîma Îranê rê nade ku li nexweşxaneyeke Tehranê bê dermankirin.