Li qada Aştiyê ya Hesekê ala Sûriyeyê hat hildan

Di merasîma rakirina ala Sûriyeyê ya li qada Aştiyê ya bajarê Hesekê de peymanên aştî û hevgirtina civakî hatin dayîn.

Li qada Aştiyê ya Hesekê ala Sûriyeyê hat hildan
Li qada Aştiyê ya Hesekê ala Sûriyeyê hat hildan
Li qada Aştiyê ya Hesekê ala Sûriyeyê hat hildan
Li qada Aştiyê ya Hesekê ala Sûriyeyê hat hildan
8 cotmeh, 2026   16:48
HESEKÊ

Bi beşdariya parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, cîgirên wî, rûspiyên eşîran, nûnerên saziyên ewlehî û leşkerî îro ala Sûriyeyê li qada Aştiyê ya bajarê Hesekê hat hildan.

Parêzgarê Hesekê di merasîma hildana alê de axivî û anî ziman ku amadebûna berpirs û kesayetan li qada Aştiyê nîşaneya teqeziya li ser aştiya di navbrra tevahî pêkhateyên parêzgehê de ye. Parêzgar peyama rihetiyê da niştecihên bajêr bi tevahî pêkhateyên wê.

Nûredîn Ehmed di axaftina xwe de îşaret pê kir ku di 8 mehên borî de piraniya xebata wan li ser pêkanîna entegrasyonê ya li gorî peymana di navbera hikumeta veguhêz û QSD‘ê de bû û got dê xebatên xurtkirina ewlehiyê û parastina aştiya navxweyî li parêzgehê bidomînin.

Ehmed da zanîn ku entegrekirina sazî û gerînendeyan de gihaştiye qonaxên dawîn û di qonaxa bê de dê derbasî dosyayên xizmetan bibin.

Parêzgar Nûredîn Ehmed got, "Em soz didin gelê xwe ku em ê di demeke nêzî de dest bi merheleya pêşkêşkirina xizmetan ji şêniyan re bikin."

Di merasîmê de peyamên hevgirtina civakî û aştiyê hatin dayîn.

Beriya merasîmê hin kesan ku hewl dan tevlihevî û provokasyonan bikin, êrişî sembolên kurdî û tabele û kamereyên çavdêriyê kirin û hewl dan êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin.

(bb)

ANHA