Rêveberiya Xweser sersaxî da malbatên qurbaniyên teqînên li Îranê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî ji malbatên qurbaniyên teqînên li Îranê re xwest.

Rêveberiya Xweser sersaxî da malbatên qurbaniyên teqînên li Îranê
5 ÇILE, 2024   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê sersaxî da malbatên qurbaniyên teqînên li Îranê ku 3′yê Çileyê li devereke olî pêk hatibû û di encamê de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di encama bûyerên heyî, rewşên şer û aloziya li herêmê ya ji demeke dirêj ve, bi taybet di van deh salên dawîn de gelek pirsgirêk û bandorên neyênî li ser jiyana welatiyan çêkirin û rewşên mirovî girêk kirin. Di demekê de ku divê hemû alî hewldana misogeriya ewlehî, geşkirina hevbeşî û jiyana hevbeş bikin, mixabin şer û krîzên zêde û mizin dibin. Bi wê re gefan li jiyana welatiyan dixwin û dibin qurbanên van şer û krîzan. Bê guman hemû hewldanên doz û pirsgirêkan bi awayekî tundî û şerê li herêmê dewam dike bi bin ketin; ji ber ku nûnertiya firkên şaş dikin. Çareserkirina krîz û pirsgirêkan tenê şêweyekî de ye, ew jî diyalog, xwespartina li demokrasiya rast û çareseriya siyasî ya li ser bingeha encamên partîk e. Êdî herêma me bûye qada şerên navborî û dema hatiye ew şer werin sînordarkirin û ji van krîzan bi derkevin.

Me teqînên li Kirman ê başûr-rojhilatê Îranê şopandin; her wiha 2 teqînên li herêma olî çêbûne, di encamê de zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di demekê de em hedefgirtina welatiyan şermezar dikin, em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û diyar dikin ku hedefgirtina welatiyan di bin her rewşî de kiryarekî dijî pîvanên exlaqî û qanûnî ye, her kes xistina welatiyan di nava şeran de şermezar dike. Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dikin ku divê sînorek ji van nakokî û aloziyan re were danîn, hewldanên pêkanîna îstîqrarê û parastina welatiyan werin zêdekirin. Em tevahî şêweyên tundî û qetilkirinê red dikin; ji ber ku karekî terorane ye."

(fr)