Rêveberiya Xweser sersaxî da malbat û hevrêyên Leyla Mistefa

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa ku di encama nexweşiyê de wefat kir, peyama sersaxiyê weşand.

Rêveberiya Xweser sersaxî da malbat û hevrêyên Leyla Mistefa
26 mijdar, 2023   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Di peyama Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat gotin: “Leyla Mistefa di oxira xurtkirina stûnên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkoşiya, ji bo serxistina tecrûbeyê û beşdarkirina hemû pêkhateyan di têkoşînê de ked da û erka xwe bê kêmasî pêk anî. Wê mohra xwe li xebatên jinûve avakirina Reqayê piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê da û di aliyê navneteweyî de hat xelatkirin û wekî Şaredara Cîhanê ya sala 2021`an hat hilbijartin.

Têkoşer Leyla Mistefa li dû xwe mîrasekî mezin hişt û bû nimûneya kesayeta berpirs li hember xizmeta civak û gelê xwe bû, her wiha di xurtkirina têgeha hevserokatiyê de rol lîst.

Em sersaxiyê didin malbat û hevrêyên Leyla û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

(c)