Rêveberiya Xweser rojane 20 hezar ton genim werdigire

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku rojane 20 hezar ton genim ji cotkaran werdigire.

Rêveberiya Xweser rojane 20 hezar ton genim werdigire
3 hezîran, 2024   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 25 û 28’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê ji bo wergirtina genim ji cotkaran depo vekirin.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandiniyê û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ehmed Yunis der barê wergirtina genim ji cotkaran de agahî dan Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteya Çandinî û Avdanê. Ehmed Yûnis diyar kir ku deste rojane 20 hezar ton genim ji cotkaran digire û got wergirtina genim hîna dewam dike.

(şx)