Rêveberiya Xweser piştgirî da xizmên qurbaniyên şewata li Bakur

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xizmên qurbaniyên şewata li Bakurê Kurdistanê kir û got: "Alîkarînedayîna ji bo herêmên şewat lê bûye, beşeke siyaseta şerê qirkirinê ya dewleta Tirk."

Rêveberiya Xweser piştgirî da xizmên qurbaniyên şewata li Bakur
23 hezîran 2024   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî şewata li Bakurê Kurdistanê derketiye daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de rêveberiyê diyar kir ku şewat berdewam e, zirarên mezin li sewalan bûn û qurbaniyên canî jî çêbû, lê belê aliyên fermi yên desthilata Tirk bê deng bûn û alîkariya pêwîst ji mexdûran re pêşkêş nekir.

Di daxuyaniyê de rêveberiyê destnîşan kir ku ev beşeke siyaseta şerê qirkirinê ye ku dewleta Tirk li dijî herêmên kurdî dimeşîne.

Di daxuyaniyê de rêveberiyê sersaxî ji xizmên mexdûran re xwest û hêvî kir ku zirarên din çênebin.

(şx)