Însiyatîfa Nûn hewldanên xwe ji bo berbelavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan didomîne

Însiyatîfa Nûn a Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hewldanên xwe yên civakî ji bo berbelavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di nava jinên li Rojhilata Navîn de û li ser asta qanûnî ji bo têkbirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didomîne.

Însiyatîfa Nûn hewldanên xwe ji bo berbelavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan didomîne
15 sibat, 2024   02:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku ji 25 salan ve di encama Komploya Navneteweyî de dîl hatiye girtin, di girtîgeha Îmraliyê de berdewam in.

Berdevka Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Sewsen Şoman têkildarî mijarê ji ajansa me re got: "Em ê 15`ê Sibatê ji rojeke bedbîn bikin salvegera serhildanê ji bo ku tovê hêviyê biçînin. Em careke din soz didin şopdarên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku têkoşînê berdewam bikin heta ku Rêbertî ji girtîgehê azad bikin."

SÛCÊN LI DIJÎ RÊBER ABDULLAH OCALAN

Sewsen Şoman bal kişand ser sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got: "Darizandin şeklî bû, nekarî parastina xwe bike. Bi nêrîna min şanoyek bû ku berê jê re amadekarî hatibû kirin."

He wiha Sewsenê got: "Qanûna li Îmraliyê tê ferzkirin, ji qanûnên dewleta Tirk jî cuda ye. Qanûnek li gorî keyf û kîndariya desthilata Tirk e."

Sewsenê diyar kir ku tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan û cezayên dîsplînê yên li dijî wî û ji 2021`an ve nahêlin parêzer û malbat pê re hevdîtinê bikin, li dijî qanûnên navneteweyî ne û wiha domand: "Bi taybet Peymana Mafên Mirovan a NY`yê û madeya 11’an ku li gorî wê mafê her girtiyek heye ku têkilî derve re deyne, bi parêzer û xizmên xwe re hevdîtinê çêke. Lê belê Tirkiye vê madeyê binpê dike û daxwaznameyên hevdîtinê yên parêzeran red dike."

Sewsenê aşkera kir ku desthilata Tirk Rêber Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê" bê par kir ku Dadgeha Ewropayê ji bo girtiyên muebbedê derxistiye.

BÊDENGIYA CPT’YÊ Û RÊXISTINÊN HIQÛQÎ

Li hember van sûcan, Sewsenê CPT ku Îlona 2022`yan serdana Îmraliyê kiriye û heta niha têkildarî rewşa wî di girtîgehê de tu daxuyanî nedaye, rexne kir.

Sewsen anî ziman ku rêxistinên mafên mirovan li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin û binpêkirina Tirkiyeyê ya peymanên ku îmze kirine, bêdeng in.

SERDANA ÎNSIYATÎFA NÛN A JI BO MECLISA EWROPAYÊ

Têkildarî geşdanên girêdayî serdana Însiyatîfa Nûn ji bo Meclisa Ewropayê û hevdîtinên wê bi parlamenteran, Komîteya Parêzeran a Qibrisê, blokên rastgir û çepgir ên Fransayê de Sewsenê bi bîr xist ku CPT`yê daxwaza wan a serdanê red kiriye û wiha domand: "Parlamenterên ewropî eleqedariyeke mezin nîşanî doza Rêber Abdullah Ocalan dan û di heman demê de gotin pêwîstiya doza wî bi biryareke siyasî heye."

Sewsen sedema vê helwestê vegerand hegemoya dewletên kapîtalîst ku hebûna fikrê Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn ne li gorî wan e berovajî wê hewl didin ku herêma Rojhialta Navîn, herêmeke şer, tesfiyekirina hesabên taîfî bihêlin.

Bi nêrîna Sewsenê ji ber egerên li jor, dewletên kapîtalîst û hegemo cihê xwe di komployê de girt û heta niha bi bêdengiya xwe li hember sûcanê li dijî Rêber Abdullah Ocalan, lîstika xwe ya kirêt dewam dikin.

HEWLDANÊN ÎNSIYATÎFA NÛN ÊN JI BO NASANDINA FELSEFEYA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Li gorî Sewsenê însiyatîfa ku ji gelek çalakvan, siyasetmedar û lêkolînerên ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn pêk tê, xebatên xwe ji bo belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî berfirehtir zêde kirine ku semînerên girêdayî fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo doza rizgarkirina jinan li dar dixe.

Sewsen wiha pê de çû: "Însiyatîfê bi kombûna jinan a demokratîk a li herêma Bîqa ya Lubnanê re dest bi hevkariyê kir, civînek ji jinan re li dar xist, fikrê Rêber Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî şîrove kir. Em hêvî dikin ku mîna van çalakiyan firehtir li dar bixin ji bo ku fişarê li civaka navneteweyî çêbikin da ku biryareke siyasî ya adilê der heqê Rêber Abdullah Ocalan de bide û azadiya wî ya fîzîkî pêk were."

Sewsen Şoman di dawiyê de got: "Jinên ku însiyatîfê bi wan re hevdîtin çêkirine, li welatên xwe tovik  û komên nû çêdikin ku bi rêya wê fikrên Rêber Abdullah Ocalan belav dikin. Her endameke însiyatîfê, mîna şaneke mêşêhungiv dixebite. Her yek li herêma xwe hewl dide bala jinan bikişîne ji bo ku wan perwerde bike û bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bide nasandin."

(şx)

ANHA