Li Til Temirê 40 donim genim şewitî

Beriya komîteyên awarte şewatê vemirînin, li Til Temirê nêzî 40 donim genim şewitî.

Li Til Temirê 40 donim genim şewitî
4 hezîran, 2024   17:32
HESEKÊ

Komîteyên awarte yên li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê şewata li zeviya genim a li başûrê rojhilatê bajêr vemirand.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, komîteyên awarte yên li Til Temirê şewata li zeviya genim a li gundê Kon Etar ê başûrê rojhilatê bajêr vemirand.

Li gorî komîteyên awarte nêzî 40 donim zeviya genim şewitî.

(fr)