Rêveberiya Xweser 96 jin û zarokên DAIŞ`î radestî Komara Kirigizîstanê kir

Komara Kirgizîstanê 96 welatiyên xwe yên jin û zarok ji malbatên DAIŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Rêveberiya Xweser wergirtin û di serdana xwe ya herêmê de pesna hewldanên bidawîkirina DAIŞ'ê dan.

Rêveberiya Xweser 96 jin û zarokên DAIŞ`î radestî Komara Kirigizîstanê kir
10 kanûn, 2023   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêncşema borî (7'ê Kanûnê) şandeyek ji Komara Kirgizistanê bi serokatiya nûnerê Wezareta Karên Derve Bakit Kadîrov serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi Rêveberiya Xweser re civiya.

Şandeyê di serdana xwe de li gorî belgeyeke fermî ya radestkirinê di navbera her du aliyan de 69 zarok û 27 jin ji malbatên çeteyên DAIŞ'ê wergirtin ku di nav kampên herêmê de dimînin.

Têkildarî serdanê, endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser Xalid Îbrahîm diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê hevkariya xwe bi dewleta Kirgizistanê re û bi hemû dewletên ku welatî û zarokên wan di herêmên Rêveberiya Xweser de hene, bike.

Îbrahîm destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk ên domdar li ser herêmê, hedefgirtina wê ya berfireh ji sivîl û xebatkarên Rêveberiya Xweser re bi dronan û topbarana wê ya domdar li ser herêmê û dezgehên jiyanî wekî gaz, petrol, kehrebe û stasyonên avê bê navber berdewam in û tevahî li ber çavên civaka navneteweyî ya bê deng, pêk tîne.

Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk van êrişan dike, da ku derfetê bide DAIŞ`ê ji bo ku ji nû ve xwe bi rêxistin bikin û êrîşî çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û baregehên Koalîsyona Navneteweyî bikin.

Bakît Kadîrov diyar kir ku Komara Kirgizîstanê qurbaniyên ku Rêveberiya Xweser û QSD'ê di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de dane nas dike.

Kadîrov spasiya Rêveberiya Xweser û QSD`ê kir ku tevî şert û mercên zehmet ên herêmê alîkariya vegerandina welatiyan ji Komara Kirgizistanê kir

(şx)