Rêveberiya Xwenser 4 hezar û 400 kesên ji malbatên DAIŞ′ê radestî welatên wan kirin

Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê daxuyand ku Rêveberiya Xweser û QSD′ê 4 hezar û 400 kesên ji malbatên DAIŞ′ê yên biyanî radestî rayedarên welatên wan kirin.

Rêveberiya Xwenser 4 hezar û 400 kesên ji malbatên DAIŞ′ê radestî welatên wan kirin
10 kanûn, 2023   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Erkên taybet a Operasyona Inherent Resolve (Ezem El Selb) a Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna dijî DAIŞ′ê hewldanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêvebeirya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê radestkirina wan ji malbatên DAIŞ′ê yên biyanî re ji desthilatên welatên wan re silav kir.

Koalîsyonê li ser X′ê daxuyanî belav kir û got di vê hefteyê de 96 jin û zarok ji kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li welatên wan re hatine vegerandin.

Di daxuyaniya koalîsyonê de hewldanên Rêveberiya Xweser û QSD′ê yên îsal der barê radestî 4 hezar û 400 kesên ji malbatên DAIŞ′ê ji rayedarên welatên wan re silav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ew hewldan xeteriyên çeteyên DAIŞ′ê zarok û jinan bi kar bînin sînordar dikin.

QSD′ê li Sûriyeyê di têkbirina DAIŞ′ê de ji kantona Kobanê di 2015′an de, li Minbic, Tebqa, Reqa û Baxozê ya Dêrazorê de roleke girîng û sereke lîst.

(fr)