Li 4 bajaran: Banga xwedîderketina li çalakiyan hat kirin

Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê  yên Bakurê Kurdistanê de xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê kirin.

Li 4 bajaran: Banga xwedîderketina li çalakiyan hat kirin
Li 4 bajaran: Banga xwedîderketina li çalakiyan hat kirin
Li 4 bajaran: Banga xwedîderketina li çalakiyan hat kirin
10 kanûn, 2023   15:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û çareserkirina pirsgirêka kurd, girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dabûn destpêkirin. Ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, xizmên girtiyan li 4 bajarên bakûrê Kurdistanê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin û çalakî îro jî berdewam kir. 

WAN

Bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 6’an de berdewam kir. Rêveberên HEDEP’a Artemêtanê, endamên Komeleya Parastin Lêkolîn û Pêxşxistina Hawirdor Berhemên Dîrokî (ÇEV-DER) û gelek kes îro çûn serdana çalakvanan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) jî didome. Nobet li avahiya komeleyê didome û îro rêveberiya HEDEP’a Mêrsînê, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl çûn serdana çalakvanan.

Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş diyar kir ku nêzî hezar girtiyên siyasî ketine greva birçîbûnê û banga xwedîderketina li çalakiyê kir.

EDENE

Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li Edeneyê de jî li ser daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin. Nobet, li Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) didome û Parlamenterê HEDEP’ê Kamûran Tanhan, endamên Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên DBP, HEDEP û HDP’ê tev li çalakiyê bûn. 

AMED

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya HEDEP’a Rezanê jî berdewam dike. Kesên tev li çalakiyê bûn pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Endamên DBP, HEDEP, Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana çalakvanan. Di serdanê de endamên Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê û çalakvanan bi hev re stran gotin.