Rejîma Îranê rê nade girtî li gel malbat û parêzeran hevdîtinê bikin

Rejîma Îranê rê nade 6 welatiyên Kurd ên girtî, hevdîtin û peywendiya telefonî li gel malbat û parêzerên xwe de pêk bînin.

Rejîma Îranê rê nade girtî li gel malbat û parêzeran hevdîtinê bikin
9 tîrmeh, 2026   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên ku Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê,  her du birayên bi navên Selam Behramî û Serwer Behramî yên xelke Merîwanê ne, ev nêzî du meh in di hucreya take kesî ya li girtîgeha Dîzilawa ya Kirmaşanê de tên ragirtin. Her wiha rê nayê dayîn hevdîtin û peywendiya telefonê li gel malbat û parêzeran de çêkin.

Li gor heman agahiyan, her du bira 30’yê Adarê (2026) li ser rêya Riwanser-Kirmaşan ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve bi hinceta ‘alîkariya bi partiyek Kurdî’ re hatin binçavkirin.

Her wiha hatiye diyarkirin welatiyê bi navê Siruş Kerîmî yê xelkê Kirmaşan ku di 8’ê Çileya 2026’an de di dema xwepêşandanan de hatibû binçavkirin, ji wê demê ve di jora take kesî ya girtîgeha Dîzilawa de tê ragirtin. Hatiye gotin ku ji aliyê dozgeriya giştî ya Kirmaşanê ve bi tometa ‘Muharebe’  tê sucdarkirin. Lê heta niha jî mafê hevdîtina malbatî û wergirtina parêzer jêre nehatiye dayîn.

Li gor agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan dane, du welatiyên Kurd ên bi navên Ebû Bekir Yusifî û Yunis Musapur yên xelkê bajaroka Nelas a ser bi Serdeşê ne, berî 4 rojan hatine binçavkirin û ji go girtîgeha Urmiyê hatine veguhestin. Hatiye gotin ku ji wê deme ve ti agahiyek li ser rewşa wan nayê zanîn.

Hatiye diyarkirn ku hêzên Îtlaeta Îranê bêy ku belgeyek yasayî nîşandin, bi ser mala welatiyê bi navê Serdar Ustad û Mistefa Îbrahîmî yên xelkê Mehabadê ne de girtine û ew ji bo cihek nediyar birine. Hatiye gotin ku tevî hemû hewldanên malbatan, lê ti agahiyek di derbarê çarenûsa wan de bi malbatê re nehatiye parvekirin.