Fîlozofê amerîkî Michael Hardt name ji Rêber Abdullah Ocalan re şand

Fîlozofê amerîkî Michael Hardt nameyek ji Rêber Abdullah Ocalan re şand, bal kişand ser şer û êrişkariya emperyalîst û got, "Ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin. "

Fîlozofê amerîkî Michael Hardt name ji Rêber Abdullah Ocalan re şand
9 tîrmeh, 2026   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji pêşengên sosyalîzma sedsala 21'ê fîlozofê amerîkî Michael Hardt nameyek ji Heyeta Îmraliyê re şand ku bigihîne Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku navenda esasî ya projeyeke enternasyonalîst divê tevgerên azadiyê yên hemdem be.

Name bi vî rengî ye:

"Abdullah Ocalan ê hêja;

Di vê demê de ku em bi şer, qirkirin û êrişkariya emperyalîst re rû bi rû ne, bi dîtina min ji aliyê teorîk û pratîkî ve careke din pêwîstî bi enternasyonalîzmê çêbûye. Lê belê eşkere xuya dike ku ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin. Ez ê minetdar bim ku hûn nêrînên xwe parve bikin ku enternasyonalîzm îro jî projeyeke girîng e ku divê em enerjiya xwe ji bo wê bi kar bînin, eger bi wî rengî be hingî çawa dikare bê birêkûpêkkirin û dikare roleke çawa bilîze.

Dibe ku têgîna ku bi kar tînim rast nîne; ji ber ku mebesta min ji enternasyonalîzmê ne ew feraset e ku xwe dispêre tifaqên navbera netewe-dewletan. Di salên 1970'î de lîderê Partiya Panter a Reş Huey Newton weke alternatîfa vê yekê têgeha 'navcivakî-interkomunalîzm' (inter-communalism) pêşniyar kir û ez vê hewldanê silav dikim. Bi dîtina min, enternasyonalîzma îro (yan jî her çi nav lê bê kirin) divê projeyeke ji gelek tebeqeyan be. Hin dewletên pêşverû dikarin bi rolekê rabin û tifaqên herêmî di dema bihurî de tevkariyên girîng kirin. Lê belê li gorî agahî û tecrûbeyên xwe dikarim bibêjim ku navenda esasî ya projeyeke enternasyonalîst divê tevgerên azadiyê yên hemdem be. Li gel vê yekê rastiyeke li pêş çavan e ku tevgerên azadiyê di serdema heyî de li hemberî zextên giran û dorpêça îdeolojîk bi zor û zehmetiyên mezin têdikoşin.

Gelek tiştên bêne gotin hene. Zanim ku ev yek derî li nîqaşeke berfireh vedike. Lê belê ez ê vê carê li vir bisekinim. "