Kuweyt: Di êrişa Îranê de kesek birîndar bû

Wezareta Parastinê ya Kuweytê ragihand ku dema bêbandorkirina êrişên hewayî yên Îranê de herî kêm kesek birîndar bû û zirara madî çêbû.

Kuweyt: Di êrişa Îranê de kesek birîndar bû
9 tîrmeh, 2026   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Kuweytê ragihand ku di dema bêbandorkirina êrişên hewayî yên Îranê yên li ser Kuweytê de bi kêmanî kesek birîndar bû û zirarên madî çêbûn.

Wezaretê di daxuyaniya têkildarî mijarê de ev agahî parve kirin: "Di êrişên vê berbangê yên li ser Kuweytê de ji ber ketina parçeyan li ser gelek deverên welat, zirarên madî çêbûn. Her wiha mirovek birîndar bû.”

(bb)