‘Rêbertî dikare çanda aştî û demokrasiyê belav bike’

Jinên ji bajarê Girkê Legê got serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

‘Rêbertî dikare çanda aştî û demokrasiyê belav bike’
1 tebax, 2026   02:47
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Jinên ji bajarê Girkê Legê der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn.

Berai Xeşo got: "Serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Rêbertî dikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe û çanda aştiyê û demokrasiyê ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn belav bike. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomînin û fikrê wî yê azadî û demokrasiyê belav bikin.”

Îman Murad jî got: "Di destpêke de gotin Rêber Abdullah Ocalan dikare were parlamentoyê Tirkiyeyê û biaxive lê sozên xwe nexistin meriyetê. Gelê Kurd ji bo xwe û hemû pêkhateyan aştiyê dixwaze. Bila dewleta Tirk bizane ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser nekeve dê Tirkiyê birûxe û şer li herêmê çêbe."

Her wiha Selma Îbrahîm axivî û got: "Çi dibe bila bibe em bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne. Serkeftina Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk û diyalogkirin dê fêdeyê bide tevahî gelên herêmê."

(np)

ANHA