Berdevka DEM Partî: Divê mercên heyî li gorî rola Birêz Ocalan ji nû ve bên sereratkirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got: “Birêz Ocalan muxatabê sereke ye û kirdeya diyarkere. Divê mercên heyî li gorî cih û rola wî ji nû ve bên sererastkirin.”

Berdevka DEM Partî: Divê mercên heyî li gorî rola Birêz Ocalan ji nû ve bên sereratkirin
31 tîrmeh, 2026   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên rojevê li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.

Ayşegul Dogan di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku rojeva serekê ya siyasetê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e û wiha axivî: “2 roj berê Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya me civiya û rojeva me ya sereke jî qanûna çarçoveyî bû. Divê meclis heta nekeve betlaneyê qanûn derbikevin lihevkirina heyî girîng e. Ji bo gava yekem a qanûnî amadekarî tên kirin. Qanûn pir krîtîke. Çareserî tenê bi çêkirina qanûneke û vegerê pêk nayê. Em qala pirsgirêkek sed salan dikin. Em di pêvajoyeke ku vê pirsgirêka sed salî çareser bike û qanûna biratiyê ava bike re derbas dibin. Em bang li partiyên siyasî dikin ku li gor vê hesasiyetê tevbigerin. Ew yek divê li gor hesabên teng a siyasî nayê dest girtin. Em xebatên xwe li gor vê hesasiyetê dikin û niha şûn vê jî wisa bikin.”

Ayşegul Dogan diyar kir ku li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dan û standin didomin û wiha axaftina xwe domand: “Dan û standin hê negehiştine encamê. Cudakarî helbet hene. Lê ji bo lihevkirinek li ser pêşnûmeyê çêbibe muzakere berdewam dikin. Qanûna çarçoveyî divê li ser lihevkirineke hevpar û bi tevlîbûna hemû beşan pêk were. Piştî qanûn derket serdemeke nû dê dest pê bike û ew qanûn dê bibe çavkaniya qanûnên nû. Ji bo wê zimanê qanûn û naverok ji bo me pir girînge û lihevkirina li ser vê yekê pir girîng e.”

Ayşegul Dogan li ser nûçeyên der barê rewşa Reber Abdullah Ocalan de jî ev tişt gotin: “Birêz Ocalan muxatabê sereke yê vê pêvajoyê ye. Li gor rastiya pêvajoyê jî divê şert û mercên hiqûqî yên birêz Ocalan bên sererastkirin. Divê mekanîzmayên pêwîst bên avakirin û li dijî pirsgirêkên derbikevin tedbîr bên girtin.”

Ayşegul Dogan bal kişand ser zimanê çapemeniyê li dijî pêvajoyê û wiha pê de çû: “Bikaranîna ziman pir girîng e. Divê ziman bibe zimanê aştiyê. Dev ji zimanê dijber û dijminatiyê bê berdan. Divê hesasiyet ber bi çav bên girtin. Em di zimanê xwe de baldar in divê hemû kes jî bikaranî ziman baldar be. Bi vê pêvajoyê hemû welatiyên Tirkiyeyê dê sûd bigirin. Hemû welatiyên Tirkiyeyê ji şer û pevçûnan êşên mezin kişandin. Niha ew serdem bi dawî dibe. Ji bo wê jî hewcehî bi zimanekî nû yê çêkir heye."

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê qanûn bingeheke xurt ji bo aştî û demokrasiyê vebike û wiha got: “Dibe ku qanûn demkî be lê divê bandora wê demdirêj be û bingeha aştî û demokrasiyê vebike. Em li bendê ne meclis li ser dîrokê daxuyaniyê bide. Ji bo wê jî seat û demên li pêş me pir bi krîtîk in.”

Her wiha Ayşegul Dogan têkildarî pirsên rojnamegeran a li ser fikarên li ser AKP’ê yek alî pêşnûmeyê amade bike jî diyar kir ku divê ne şenberbûnên pêvajoyê derbas bibin û li ser pêşnûmeyê raya giştî jî bê agahdarkirin û wiha got: “Ew pêvajo ne yek alî ye. Divê lihevkirineke hevpar pêk were. Ji bo wê jî divê helwesteke yek alî nebe. Pêvajo divê li gor ruhê pêvajoyê bibe. Ji bo wê jî divê li gor muzakereyê be. Divê naveroka qanûn berfireh bibe û hemû kesan bigire nava xwe."