Li Hesekê goştê mirîşkan biha ye

Li bazarên bajarê Hesekê goştê mirîşkan biha ye û niha kîloyek bi 36 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Li Hesekê goştê mirîşkan biha ye
Li Hesekê goştê mirîşkan biha ye
Li Hesekê goştê mirîşkan biha ye
Li Hesekê goştê mirîşkan biha ye
Li Hesekê goştê mirîşkan biha ye
Li Hesekê goştê mirîşkan biha ye
1 tebax, 2026   06:35
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê buhayê goştê mirîşkan ne sabit e, carinan gelekî bilind dibe û piştî çend rojan dadikeve. Berî çend rojan kîloya goştê mirîşkan bi 42 hezar lîreyî bû û niha daketiye 36 hezarî. Li bazarê buhayê goşt û hemû kel û pelan tê guhertin.

Welatiyan got mirîşkan ji dewletên dîtir naynin Sûriyeyê, ji ber vê yekê goştê mirîşkan biha ye.

Bazirganê mirîşkan Mihemed El Îsa got: "Li bazarê kîloyeke mirîşkan niha bi 36 hezar lîreyî ye. Dema ku goştê mirîşkan biha dibe gelekî bandorê li tevgera bazarê dike. Berê min rojê 50 qefes difirotin, niha ez tenê 20 qefesan difiroşim. Heke mirîşkan ji derve bînin Sûriyeyê dê pirsgirêk çareser bibe."

Her wiha bazirganê bi navê Macid Hesen Derbas jî got: "Li bajarê Hesekê mirîşk kêm in, ji ber vê bazirgan mirîşkan ji Humsê, Minbic û Hemayê tînin. Toneke mirîşkan bi 2 hezar û 200 dolarê amerîkî ye û kirêya rê jî bi 100 dolarî ye, bi giştî buhayê toneke mirîşkan dibe 2 hezar û 300 dolar. Ji ber ku goştê mirîşkan biha ye, êdî welatî nema dikarin mîna berê goştê mirîşkan bikirin. Heke derî ji bazirganan re vekin ku mirîşkan ji derve bînin Sûriyeyê, dê buhayê goştê mirîşkan kêm bibe û barê welatiyan sivik bike."

(np)

ANHA