Rêber Abdullah Ocalan piştî 26 salan bi zarokan re hevdîtin pêk anî

Rêber Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn di serdana cejnê de bi biraziyên xwe yen zarok re hevdîtin pêk anî.

Rêber Abdullah Ocalan piştî 26 salan bi zarokan re hevdîtin pêk anî
8 hezîran, 2025   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi munasebeta Cejna Qurbanê hevdîtina malbatan pêk hat. Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên dîtir Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Zekî Bayhan, Mahmût Yamalak û Ergîn Atabey, di çerçoveya destûra Cejna Qurbanê de bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn.

Duh Rêber Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî, Omer Ocalan, Alî Ocalan û cara yekemîn du zarok beşdarê hevdîtinê bûn. Ji roja Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an û vir de cara ewil e ku Rêber Abdullah Ocalan bi zarokan re hevdîtinê pêk tîne.