Baxçeyên Til Sexir li hemberî zehmetiyên hişkesaliyê li ber xwe didin

Gundê Til Sexir ê rojavayê bajarê Hesekê di çandiniya tirî û fêkiyên havînê de navdar re. Lê belê ev gund ji ber zehmetiyên jîngehê û yên çandiniyê di rewşeke xerab re derbas dibe.

Baxçeyên Til Sexir li hemberî zehmetiyên hişkesaliyê li ber xwe didin
Baxçeyên Til Sexir li hemberî zehmetiyên hişkesaliyê li ber xwe didin
Baxçeyên Til Sexir li hemberî zehmetiyên hişkesaliyê li ber xwe didin
Baxçeyên Til Sexir li hemberî zehmetiyên hişkesaliyê li ber xwe didin
Baxçeyên Til Sexir li hemberî zehmetiyên hişkesaliyê li ber xwe didin
Baxçeyên Til Sexir li hemberî zehmetiyên hişkesaliyê li ber xwe didin
Baxçeyên Til Sexir li hemberî zehmetiyên hişkesaliyê li ber xwe didin
Baxçeyên Til Sexir li hemberî zehmetiyên hişkesaliyê li ber xwe didin
Baxçeyên Til Sexir li hemberî zehmetiyên hişkesaliyê li ber xwe didin
8 hezîran, 2025   05:20
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Gundê Til Sexir ê ku nêzî 15 kîlometreyan li rojavayê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ye, bi şînkatî, dengên çûk û çivîkan û baxçeyên tirî û fêkiyên havînê tê naskirin. Li gund zêdetirî 15 baxçe Tirî Sêv, Mişmiş, Hulîk û hejîr tê nasîn.

 Cotkar gundê Til Sexir Merwan Mihemed ku xwediyê baxçeyekî 10 doniman  axe di derbarê çandiniya gund de wiha got:” gundê me şeniyên vê gundê piranî tirî  û sêvan di meha 8'an de derdixin sûkan û jiyana xwe ya rojane pê didomînin."

PÊDIVIYA PROJEYÊ BI ÇAVDÊRIYÊ HEYE

Mihemed got: "Fêkiyên havînê wekî mişmiş, hulîk û sêvan çandiniyê sereke ne lê pêdiviya wan bi çavdêriyeke domdar heye."

Mihemed li axaftina xwe wiha zêde kir: "Ev dar wekî zarokan in, pêdiviya wan bi çavdêrî û girîngîpêdayînê heye da ku ew ji nexweşiyan werin parastin û baş bê nirandin.”

ZUHABÛNA XABÛRÊ SEDEMA TIRSÊ

Mihemed diyar kir ku Metirsiya herî mezin zuhabûna çemê Xabûr e ku berê zevî pê dihatin avdan. Lê di dawiya sala 2019'an ve ku bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate dagirkirin ava çem qut bûye ev metirsiye ji bo dema pêşe.”

Mihemed balkişand li ser kêm bûna avê û wiha got: Ava bîran  kêm bûye. Eger av nemîne em dê baxçe zuwa bin.”

BANGÊN PÊŞKÊŞKIRINA SEMADÊ

Cotkaran bang li aliyên berpirs kir ku di aliyê çandiniyê de destekê bidin, nexasim derman û semadan pêşkêş bike ji ber ku ji bo baxçeyan çavdêriyeke cuda pêwist e.

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed got: "Ji bo em vê rûbera şînkatiyê biparêzin û hilberînê bidomînin, pêdiviya me bi alîkariyeke zelal û rasterast heye, bi taybetî li hemberî nexweşiyên wekî bacanê çolê."

(mh)

ANHA