Hêzeke Îsraîlê li gundewarê Derayê ser malan de girt

Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê rojavayê Derayê bû, di tevgera xwe de bi ser malan de girt.

Hêzeke Îsraîlê li gundewarê Derayê ser malan de girt
4 tebax, 2026   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzeke Îsraîlê bi wesayetên xwe yê leşkerî di saetên derengiya şevê de (3-4 Tebax) derbasî gundê Meariyê yê girêdayî herêma El Yermûk li gundewarê rojavayê Derayê bû, ew hêz bi ser malên sivîlan de girt.

Li gorî çavkaniyên herêmî Hêza Îsraîlê li çend kolanên li gund belav bû û li wê deverê dest bi lêgerînê kirin, piştre tevgera xwe ya li herêmê domand.

Heta niha agahiyên têkildarî girtin an derketina pevçûnan nehatine diyarkirin.

Ev operasyon di demeke ku tevgera leşkerî ya Îsraîlê li gundewarên rojavayê Derayê zêde bûye, pêk tê.

(sb)