Raporeke balê dikişîne ser rewşa aborî ya li herêmên hikumeta Şamê

Êş û azarên welatiyên li herêmên hikumeta Şamê zêdetir dibin ku ji ber bihabûnê û nebûna derfetên kar, di nava rewşeke aborî ya dijwar de ne. Li gorî raporeke SOHR’ê rewşa jiyanî girantir dibe.

Raporeke balê dikişîne ser rewşa aborî ya li herêmên hikumeta Şamê
25 ÇILE, 2024   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di raporeke xwe de bal kişand ser rewşa aborî û jiyanî ya li herêmên hikumeta Şamê.

Li gorî raporê, buhayê goştê mirîşkan 46 hezar lîre ye, sîngê mirîşkan jî 68 hezar û mirîşkên biraştî 96 hezar lîre ye.

Li gel vê rewşê û zivistanê, hikumeta Şamê sotemeniyê bihatir dike ku êdî ji hêza kirînê ya welatiyan zêdetir e. Lîtreya benzîna oktan-95 12 hezar û 160 lîre ye, benzîna oktan-90 bi 11 hezar û 675 lîre ye û lîtreya mazotê di sûka reş de 10 hezar û 900 lîre ye. Di encamê de barên welatiyan û êşên wan zêdetir bûne. Nemaze aloziyeke veguhastinê ya giştî heye û lêçûna wê li ser welatiyan giran e.

Li gorî raporê, li hember vê bihabûnê, beşeke mezin a welatiyan nerazî ne ku li ser malperên medyaya dijîtal bertekên xwe tînin ser ziman. Gelekan gotin buha ji hêza wan zêdetir in û hikumeta Şamê tawanbar kirin ku hewl dide bi derxistina biryaran û qanûnan û keysbaziya bazirganan, welatiyan birçî bike.

(şx)