‘Rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de Lubnanê dike navenda pevçûnê’

Medyaya erebî îro bal kişand ser helwesta Lubnanê di pêvajoya dan û standinên DYA û Îranê de.

‘Rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de Lubnanê dike navenda pevçûnê’
9 hezîran, 2026   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro bal kişand ser rageşiya nû ya di navbera Îran û Îsraîlê de û bandorên wê yên li ser Lubnanê û herêmê.

‘PEYAMÊN PÊLA YEKEM: ÎRAN HEWL DIDE RÊZIKÊN TÊKILIYA BI ÎSRAÎLÊ RE BIGUHERÎNE’

Rojnameya El Ereb li ser daxuyaniya hêzên çekdar ên Îranê ya der barê bidawîbûna pêla yekem a êrişên li dijî Îsraîlê de nivîsî, di heman demê de hişyarî da ku heke bombebarana Îsraîlê ya li Lubnanê berdewam bike, dê êrişên dijwartir çêbin.

Rojnameyê nivîsî ku dema Tehran operasyonên xwe yên leşkerî bi pêşketinên li Lubnanê re girê dide, ev nîşan dide ku guhertinek di nêzîkatiya wê ya herêmî de çêbûye ku hewl dide xwe wek aliyekî rasterast ê hevkêşeyê nîşan bide, ne tenê bi rêya hevalbendên xwe.

‘LUBNAN DI NAVBERA DU HEVKÊŞEYAN DE YE’

Malpera Asas Media rewşa Lubnanê di nava pevçûna herêmî de nirxand û diyar kir ku pêşketinên dawîn hebûna Lubnanê wek mijarek sereke li ser maseya dan û standinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê ji nû ve nîşan daye.

Malperê bal kişand ser derketina holê ya hevkêşeyên nû yên astengkirinê ku berê mijar "Dahiyê beramberî wargehên bakur" bû, niha bûye  "Îsraîl beramberî başûr", ji ber ku êdî Îran êrişên xwe yên li dijî Îsraîlê bi êrişên li dijî taxên başûr ên Beyrûtê ve girê dide.

‘ARÎŞEYÊN ÇÊKIRÎ HERÊMÊ DIWESTÎNIN’

Rojnameya El Xelîc hişyarî da ku gera dawîn a aloziyê di navbera Îran û Îsraîlê de qelsiya aramiya li herêmê nîşan dide û agirbestên dubarekirî nebûn çareserî, ew tenê dibin agirbestên demkî û sedemên bingehîn çareser nakin.

Rojnameyê diyar kir ku rageşiyên berdewam ewlehî û aramiya herêmê tehdît dikin û metirsiyên li ser aboriya cîhanî, ewlehiya enerjiyê û rêyên navneteweyî yên veguhastinê zêde dikin, her wha bang li civata navneteweyî kir ku hewlên xwe ji bo çareseriyên siyasî zêde bike da ku dawî li aloziyê bîne û rê li ber ketina Rojhilata Navîn ber bi pevçûneke berfirehtir ve bigire.

(k)