Gerîla li Zap û Metînayê li dagirkeran da 

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap û Metînayê çalakî kirin. Di çalakiyan de leşkerekî Tirk hate kuştin.

Gerîla li Zap û Metînayê li dagirkeran da 
23 tebax 2024   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kirin:

"Li Herêma Metînayê;

20'ê Tebaxê saet di 12:50 û 13:15'an li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

20'ê Tebaxê saet di 21:30 û 23:40'î de li Qadên berxwedanê yên Dergelê û Bêşîlî hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan. Bi destwerdana hêzên me liv û tevgera helîkopteran a li qadê hate rawestandin.

21'ê Tebaxê saet di 16.10'an de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

20'ê Tebaxê saet di 04:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

20'ê Tebaxê saet di 20:54'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

21'ê Tebaxê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

22'ê Tebaxê saet di 07:09 û 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

20'ê Tebaxê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ay Girê Baharê bi taktîka sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

20 û 21'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 7 caran bi teqemeniyên qdexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

20, 22 û 23'ê Tebaxê li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Berbizinê, Şehîd Şerîf, Girê Şehîd Hêmin 9 caran, li herêma Garê qadên Doşta Kafya, Avtehlê, Sêdarê, Zêvkê, Sîser, Dola Mêranê, Heftebax, Çemrobotkî, Ergenê, Zengilê 17 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî 2 caran; bi giştî 29 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

20, 21 û 22'ê Tebaxê li herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf û Girê Şekîf, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."