QSD: Li Dêrazorê DAIŞˊiyek hat kuştin

Di operasyonên QSDˊê li Dêrazorê de çeteyekî DAIŞˊê hat kuştin û 3 çete jî hatin girtin.

QSD: Li Dêrazorê DAIŞˊiyek hat kuştin
27 nîsan, 2024   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî nûçeya operasyonên Hêzên Komandosê yên bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˊê pêk anîne, belav kir.

Li gorî malperê, di operasyona yekemîn a hêzan de çeteyê bi navê ˊXelid El Xelîfe El Suhêlˊ hat girtin. Ew terorîtê hatiye girtin, ji dema rêxistina terorîst derbasî herêmên Dêrazorê bûbû de, tev li rêxistina terorîst bû, di aliyê şopandinê de dixebitî, li dijî hêzên QSDˊê li Reqa û gundewarên Dêrazorê şer kir.

Her wiha di nûçeya QSDˊê de hat gotin, piştî hêzan ew herêmê rizgar kirin, di 2021ˊê de Xalid revî û çû Tirkiyeyê û careke din di 2023ˊyan de derbasî xaka Sûriyeyê bû, karê xwe bi nepenî bi rêxistina terorîst re dikir.

Di operasyona duyemîn de Hêzên Komandosê çeteyê bi navê Feysel Mihemed Mubarek (Ebî Muslim El Faûrî) girt.

Mubarek dema DAIŞˊê bajarê Tedmur û gundewarên Humisê kontrol dikir, tev li rêxistinê bû û heta DAIŞˊê ji wan herêman vekişî û berê xwe da Dêrazorê bi rêxistina terorîst re bû û bi DAIŞˊê re li bajarokê Baxozê şer kir. Di aliyê ewlehî de bi nepenî dixebitî, agahî ji DAIŞˊê re kom dikir, heta hat girtin.

Girêdayî heman mijarê, di nûçeyê de hat gotin 2 çeteyên welatiyê bi navê Hesen El Hisên El Selame û kesekî pê re hedef girtin. Dema ew her du kes ji mala xwe derketin û bi motorsilkêltê ber bi gundê Curdî yê Hecînê ve diçûn hatin hedefgirtin.

Di serdegirtina wan her du çeteyan de yek hat kuştin û yê din jî birîndar bû û QSDˊê ew girt.

(fr)