Ji konferansa ekolojiyê: Têgeha ekolojiyê di desteyên Rêveberiya Xweser de

Di Konferansa Yekemîn a Ekolojiyê de beşa dawîn a li ser têgeha ekolojiyê di desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat nîqaşkirin.

Ji konferansa ekolojiyê: Têgeha ekolojiyê di desteyên Rêveberiya Xweser de
Ji konferansa ekolojiyê: Têgeha ekolojiyê di desteyên Rêveberiya Xweser de
Ji konferansa ekolojiyê: Têgeha ekolojiyê di desteyên Rêveberiya Xweser de
Ji konferansa ekolojiyê: Têgeha ekolojiyê di desteyên Rêveberiya Xweser de
Ji konferansa ekolojiyê: Têgeha ekolojiyê di desteyên Rêveberiya Xweser de
Ji konferansa ekolojiyê: Têgeha ekolojiyê di desteyên Rêveberiya Xweser de
Ji konferansa ekolojiyê: Têgeha ekolojiyê di desteyên Rêveberiya Xweser de
27 nîsan, 2024   20:51
QAMIŞLO

2 rojan Konferansa Yekemîn a Ekolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.

Piştî beşa 3ˊyemîn hat nîqaşkirin, beşa 4ˊemîn a bi sernavê ˊHevkariya di navbera rêxistin û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêˊ dest pê kir. Hevserokên Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Besme Seed û Îbrahîm Mihemed ev beş bi rê ve bir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Nûr li gorî WHOˊê tenduristî pênase kir. Mihemed Nûr li ser tenduristiyê li gorî WHOˊyê diyar kir ku ew temamkirina ewlehiya bedenî, zihnî û civakî ye, lê li gorî pênaseya berê têkiliya her sêyan bi hev re heye, lê kêm e. Ji ber ku bandora mezin a jîngehê li ser tenduristiyê heye.

Hevserokê Daîreya Projeyên Koperatîvan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Sebrî li ser aboriya komînal a ekolojî axivî. Sebrî destnîşan kir ku aboriya ekolojî modela aboriyê ye û armanca wê geşepêdaneke mayînde bi rêya hevsengiya pêdiviyên aboriyê li gel rêzgirtinê ji jîngehê re û parastina daneyên xwezayê çêke.

Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb li ser têgeha ekolojiyê di şaredariyan de axivî. Ereb diyar kir ku di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şoreşa ekolojîk kêm e û divê ev yek were çareserkirin.

Ereb anî ziman ku şaredarî saziyeke ekolojîk e û desteya şaredariyan derfeteke mezin ji bo pêşxistina ekolojiyê daye. Ereb behsa astengiyên li pêşberî Desteya Rêveberiyên Herêmî û bandora wê li ser ekolojiyê kir; êrişên dewleta Tirk, qutkirina avê li ser welatiyan, herikîna ava çeman di nava bajaran re mîna çemê Ceqceq a li Qamişloyê ku ji ber wê qirêjiya jîngehê çêbûye.

Her wiha Ereb behsa cihên ketober ên avêtina çopan û binaxkirina wan li herêmê kir û got ev yek gefan li ekolojiyê dixwe. Her wiha Ereb behsa pirsgirêka dermanên çandiniyê, kêmbûna projeyên çandina daran kir.

Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star û endama Platforma Jinan a Ekolojiyê Rîhan Temo behda jêderên pirsgirêkên jîngehê kir û got ew di zihniyeta dewletê de ne, bi taybet di pergala kapîtalîst de ye. Ji ber ku zanist û teknolojiyê bi awayekê nedurist bi kar tîne û mirovahî aniye roja îro. Destê xwe dixin her tiştê ku qezenc tê de heye û pirsgirêkên jîngehê paşguh dikin.

Cîgirê hevserokatiya Kar û Barên Rêveberiya Zanîngeha Rojava Ferhan Hesen gelek pêşniyar ji bo parastina pergala ekolojiyê kirin û ji wan jî çareserkirina diyardeya kanalîzasyonê, nîqaşkirina projeyên derçûna xwendekarên Zanîngeha Rojava li ser pirsgirêkên qirêjiya jîngehê bi deste û aliyên têkildar re.

Endama Akademiya Jîneolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Denîz Firat bal kişand ser têgeha ekolojiyê ji aliyê zanînstî ve û got Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin daye têgeha ekolojiyê û aniye ziman ku kontrolkirina xwezayê ji kontrolkirina mirovan li ser mirovan û bikaranîna hev du, tê. Ji ber pêdiviya parastina xwezayê bi avakirina civakeke demokratîk û jîngehî heye û rêgezên bingehîn ên ku jineolojî xwe dispêrê, jinûve vegerandina nrixên ji civakê hatine standin e.

Çaverê ye komîteya amadekar encamnameyê bide.

(fr)