Aldar Xelîl: Heke her kes ekolojî bifikirya dê tu zulm li neteweyan jî nehatiba kirin

Aldar Xelîl di Konfransa Yekemîn a Ekolojiyê de diyar kir ku desthildariya mirovan ser xwezayê gihaye asteke herî mezin, heke her kes ekolojî bifikirya dê tu zulm li neteweyan jî nehatiba kirin. Girêdana ekolojiyê bi jiyana komînal heye û mijar girêdayî pergala xwebirêvebirinê ye.

Aldar Xelîl: Heke her kes ekolojî bifikirya dê tu zulm li neteweyan jî nehatiba kirin
27 nîsan, 2024   19:36
QAMIŞLO

Di roja duyemîn a Konferansa Yekemîn a Ekolojiyê de ku bi dirûşma “Bi Paradîgmaya Ekolojî, Rêber Apo bi Awayekeî Fizîkî Azad Bikin û Doza Kurd Çareser Bikin” li bajarê Qamişlo hat lidarxistin, endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî.

Aldar Xelîl diyar kir ku di nava jiyanê de hin pirsên ku şoreşa me bi ser ket an bi ser neket? Derdikevin, bersiva wan jî ji bo wê pirsê her ew e ku çi qasî mirov bên guhertin ew qas jî şoreş bi ser dikeve, hişmendî çi qasî bê guhertin li gorî wê serkeftin jî pêk tê. Di nava axaftinên konfransê de mijarên bandor û kiryarên modernîteya kapîtalîzmê hebûn, kirinên dagirkeran jî hatin gotin û wiha pê de çû: “Em di nava şoreşê de ne, em dixwazin jiyaneke xwezayî çêbe, tê de jin, civak û xweza azad be, bi awayeke demokrat bijîn; ji vê hevokê cewherê vê konfransê derdikeve holê.”

Aldar Xelîl destnîşan kir ku di xwezayê de hevsengiyeke heye, mirovan xweza xerab kiriye û li ser xwezayê bûne desthilatdar û wiha got: “Em mirov em bûne hikumdar li ser hev jî, desthilatdariya ser xwezayê jî gihaye asteke herî mezin. Ev desthildarî ne tenê hêzên sermayedar pêk tînin, em bi şêwazên cuda desthildariyê pêk tînin. Gelo em wekî civak û rêveberiyek çi qasî bi hevsengî di nava xwe de dijîn. Ez xwezayê di dar, çem û avê de nabînim, mijar pergala me ya bixwebirêvebirinê de ye jî.”

Aldar Xelîl bal kişand ser girêdana ekolojiyê bi jiyana komînal ve û da zanîn ku dema behsa xwezayê tê kirin, komîn tê bîra mirov. Heke gel bi derdora xwe re nikaribe jiyaneke komînal bijî ew bi vî rengî li dijî ekolojiyê derdikeve. Heke mirov desthildariyê li ser kesekî bi hêzeke kêmtir ji xwe bimeşînin wê demê jî ew mirov li gorî hevsengiya xwezayê nêzî jiyan nabe û wiha got: “Em jî beşek ji vê xwezayê ne. Mixabin em difikirin asta me ji xwezayê bilindtir û ji mafê xwe dibînin ku her tiştî bikin.”

Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Aldar Xelîl diyar kir ku navnîşana konfransê li gorî nêrîna sîstema giştî eleqeyê xwe bi ekolojiyê tune ye, dema mirov demokrat û azad bifikire wê çareseriyê bibîne. Heke her kes ekolojî bifikiriya dê ti zulm bi neteweyeke din nehatiba kirin. Dê gelê Kurd ne bindestba. Gelên Suryan û Asûr winda nebûna û gelê Ereb azad bana Aldar Xelîl wiha dawî li gotina xwe anî: “Dê Serokatiyê xwediyê vê projeya azad û demokrat azad ba. Lê binêrin serokatî dîl hatiye girtin, ne pirsgirêka gelê Kurd ne jî yên neteweyên din hatiye çareserkirin. Ji ber wê jî Sûriyeyeke demokratîk heta niha nehatiye avakirin, her kes li benda biryara siyasî ye. Pêşinyara min ew e li şûna bendemayîna birayara siyasî em bi hev re demokratîk bijîn.”

(sb)

ANHA