Dengê HEDEP’ê li Bakurê Kurdistanê zêde bûne

Navenda Lêkolînên Qadê ya SosyoPolîtîk li bajarên bakurê Kurdistanê rapirsîna hilbijartinên şaredariyan kir. Li gorî rapirsînê dengên HEDEP’ê zêde bûne û meyla ciwanan li ser HEDEP’ê ye.

Dengê HEDEP’ê li Bakurê Kurdistanê zêde bûne
18 mijdar, 2023   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolînên Qadê ya SosyoPolîtîk di navbera 27’ê Cotmehê û 1’ê Mijdara 2023’yan de li bajarên bakurê Kurdistanê ji bo eleqe û meyla hilbijêran a hilbijartinên şaredariyan lêkolîna qadê pêk anî. Rapirsîn li bajarên Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Êlih, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Qers, Dêrsim û Îdirê hat kirin û hezar û 502 kes tev lê bûn. 

Ji sedî 52,9’ê kesên beşdarî rapirsînê bûne, got ew dengê xwe didin HEDEP’ê, ji sedî 22,2’yê kesan got ew dengê xwe didin AKP’ê, ji sedî 7,1’ê kesan got ew dengê xwe didin CHP’ê, ji sedî 8,1’ê kesan gotin “Em bê biryar in” û ji sedî 4,9’ê kesan jî got ew ê dengê xwe bi kar neynin.

Li gorî hilbijartinên xwecih ên 31’ê Adara 2019’an, HEDEP’ê ji sedî 9,2 dengê xwe zêde kiriye. Di rayên AKP’ê de jî ji sedî 5 kêmbûn heye.

Li gorî rapirsînê piraniya ciwanan destnîşan kiriye ku ew ê di hilbijartina xwecih de dengê xwe bidin HEDEP’ê.