Îsraîlê hêzên mezin li ser sînorê Sûriyeyê bi cih kir

Artêşa Îsraîlê li drt sînorê Sûriyeyê hêzekek leşkerî ya mezin bi cih kir.

Îsraîlê hêzên mezin li ser sînorê Sûriyeyê bi cih kir
14 hezîran, 2025   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê hêzeke leşkerî ya mezin li ser sînorê Sûriyeyê bi cih kiriye.

Îsraîlê sibeha Înê êrişeke berfireh li ser Îranê kir û gelek navendên nukleerî û qaîdeyên moşekan bombebaran kirin, her wiha çend serkirdeyên leşkerî yên navdar û zanyarên atomê hatin kuştin.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku artêşê çend tabûrên leşkerî û yekîneyên parastin û berevaniya sivîl li wargehên Îsraîlê yên li ser sînorên Lubnan û Sûriyeyê bi cih kirine.

Li gorî medyaya Îsraîlê, ev bergirî ji bo pêşîgirtina bertekên Hizbullahê û hevalbendên Tehranê hatine girtin.

(k)