Piştî Reqayê Hîlala Zêrîn pêşangehek li Tebqayê li dar xist

Hîlala Zêrîn li Tebqayê pêşangehek bi dirûşma "Şoreşa jin bi hunerê dixemile" li dar xist. Di pêşangehê de 28 wênesaz ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

29 cotmeh, 2023   18:33
TEBQA

Pêşangeh li hola Navenda Çandê ya Tebqayê li dar ket. Endamên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Partiya Sûriyeya Pêşerojê û şênî di pêşangehê de hazir bûn.

Di pêşangehê de 28 wênesaz ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 45 tabloyan tev li pêşangehê bûn. Mijarên tabloyan der barê cewhera jinan û berxwedana wan di nava Şoreşa 19'ê Tîrmehê de û têkoşîna wê ya li dijî zordestiyê, bûn.

Pêşangehê ji aliyê dayika şehîda Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rîm El Casim, Emîra El Şear ve hate vekirin. Piştre endama Koordînasyona Jinan a Tevgera Hîlala Zêrîn Xedîce El Etar jinên ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan gihîştine vê astê û xwe ji qeydên zordestiyê rizgar kirine û bûne pêşeng, pîroz kirin.

El Etar wiha domand: "Projeya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye karîbû jinan ji zordestiyê rizgar bike û ew jî cihê di hemû qadan de bigirin û bibin pêşeng. Armanc ji vê pêşangehê pêşxistina rastiya jinan di aliyê şêwekariyê de ye da ku jin bi rêya vê hunerê cewhera xwe ya rastîn nîşan bide."

Piştre sînevîzyonek li ser hunermendên beşdar dema ku tabloyên xwe çêdikirin, hate pêşandan.

Di dawiya pêşangehê de beşdar li nav holê geriyan û li tabloyan temaşe kirin.

Di heman çarçoveyê de, duh li Reqayê tablo hatin pêşandan. Pêşangeh dê 4 rojan bidom e. Tê payîn sibe pêşangeh li Minbicê bê lidarxistin û di roja 4'emîn de li Kobanê bi dawî bibe.

(mh/şx)

 ANHA